ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Kobanê ji bo Bîranîna Şehîdên Parîsê Şevbuhêrkek Lidarxist

Ji bo bîranîna şehîdê komkujiya Parîsê Kongra Star li bajarê Kobanê şevbuhêrkeke hunerî li darxist.

Kongra Star li  bajarê Kobanê bi şevbuhêrkeke hunerî li Navenda çand û hûner a Baqî xido Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parastinê (9 Çile 2013) şehîd Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, Şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê (23 Kanûn 2022) şehîd Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên ku bi destî M*Î*Tˊê li Parîsê hatine şehîdxistin, bi bîr anîn.

Di şevbuhêrkeke endamên rêxistinên jin,saziya malbatên Şehîdan yên bajêr û navçeyên wê beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê rawestiyan  dest pê kir, piştre li ser navê koordînasyona Kongra Star a navçeya şêranê Nadîya  şehîdên komkujiya parîzê bi rêzdarî bi bîranî, û wiha pêde çû ku berdêlên azadiyê ne erzane ji bo ku bighêjin asta bilind a azdiya tevahiya gel û jinan bi israreke mezin têkoşiya û li berxwe dan heya gihiştin asta şehadetê,ev rêhevalên şehîd xwediyê wê zanebûnê bûn ku bi giştî hişmendiya dewletperest tucaran naxaze ku jin wek her zindiyek li ser ruyê vê erdê xwedî maf û azadiya xwe bi dest bixe .

nadiya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser salên dirêj yên hevrê û pêşenga jin di têkoşîn û tevgera azadiyê de ku ji bo xwe jiyaneke ji rêzê nepejirand û ji bo jiyaneke bi wate tevşî şoreşa azadiya rizgariya netewa gelan bû û serî li hember destilatdaran û dewletperestan netewan lema em dibêjin van hevreyan temsîla jina serhildêr kirin da ku jin û hemû gelên bindest azad bijî û xwedî maf be ,lê belê sîstema desthilatdar û dewletperet  sekna van têkoşeran û her jineke ku serî li himber sîstema baviksalar serî hildide bi êrîşan re rû bi rû dimîne û ji holê tê rakirin .

Nadiya wiha bi dawî kir,em weke jin di nava kar û xebatên xwede herdem bi biryarbin ku emê şopdarê van qehremananbin û di şexsê heval sakîne cansiz de me xwe nas kir û ewê her ji rêya berxwedan û têkoşîna me jinan re ronahî be.

Di şevbuhêrkê de hejmarek ji hunermendan stranên folklorîk ji bo şehîdên di oxira Şoreşa Rojava û Kurdistanê de canê xwe feda kirine, gotin her wiha helbest hatin xwandin.

Şevbuhêrk bi diruşmeya jin jiyan Azadî bê Serok jîyan Nabe bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button