KomxebatNûçeSlide

Li Akademiya Şehîd Bercem Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk bû rojeva panêlekê

Li Dirbêsiyê di panelekê ku li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin de hate gotin, divê felsefeya neteweya demokratîk were belavkirin.

Akademiya Şehîd Bercem a Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya rêveberên sazî û meclisên sivîl  paneleke bi mijara Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist.

Di panela li avahiya akademiya hat lidarxistin de ev xal hatin nîqaşkirin:

-Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser civaka demokratîk

-Di dîrokê de dewlet û siyaset

– Komîn û neteweya demokratîk

– Jiyana azad û tenduristî

-Civaka jinan, dadmendî û parastin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ji hêla endama Akademiya Civaka Demokratîk Aya Huseyîn ve hatin xwendin.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xelef li ser têgeha siyasetê di dewleta kapîtalîst de û têgeha bingehîn a siyaseta li ser bingeha exlaqê axivî û destnîşan kir ku têgeha bingehîn a siyasetê hatiye xirabkirin.

Mijara 3’emîn (Siyaseta Komînê û Civaka Demokratîk) ji aliyê hevserokê Meclis PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl ve hate vekirin.

Silêman Xelîl al kişand ser rola komînan di civakê de û anî ziman  ku Rêber Abdullah Ocalan teoreya neteweya demokratîk wekî çareseriyek radîkal ji bo pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn pênase dike

Rêvebera Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dirbêsiyê Stêra Eyo di mijara 4’emîn de, bal kişand ser rola jinan di pêşketina mirovahiyê de, rûbirûbûna wan bi zilma hişmendiya baviksalar û rêbazên hevjiyana azad.

Ji rêveberên Kongra Star Fatima Keleş beşa 5’emîn (Civaka Jinan û Dadmendî)  bi rêve bir. Fatima Keleş  beşdariya jinan di civakê de û rola wan a pêşeng di hemû waran de, her wiha misogerkirina beşdariya wan a dadmend şîrove kirin. Fatimayê anî ziman hebûna jinan wekî hevserok di posteyan de bandorek mezin çêdikeû  biryargirtina yekalî ji holê radike.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê Îmad Biro ku mijara dawîn a panelê bi rêve bir, têgeha parastin  şîrove kir. Îmad Biro got, parastin stûnek bingehîn ji bo berdewamiya jiyanê ye û şerê gel ê şoreşgerî xwedî girîngiyeke mezin e.

Panela diyalogê bi çend encaman bi dawî bû, di nav wan de: xurtkirina xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, lidarxistina panelên bi vî rengî ji bo pêşxistina ramana neteweya demokratîk di civakê de û misogerkirina jiyana hevbeş.

Related Articles

Back to top button