ÇalakîNûçeSlide

Xelkên Til Hemîs ji bo piştgiriya Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd Daketın Qadan

Niştecihên Til Hemîs, hevxemiya xwe bi niştecihên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd re ku ji aliyê kirêgirtiyên hikûmeta demkî ve rastî êrîşê tên hevxemî û piştiriya xwe nîşandan.

Bi sedan niştecihên bajarê Til Hemîs ê li kantona qamişlo û gundên derdorê îro ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan li ber navenda çandî ya bajêr dest pê kir, beşdaran alên Hêzên  Suriya Demokratîk  bilind kirin û pankartên ku li ser wan , “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd”, “Bijî Sûriyeyeke azad û nenavendî”,  û “Bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd, em ê bi ser bikevin”  hatibû nîvisandin hilgirtin.

Piştî gihîştina çalakvanan li ber navenda  Kongra Star, meş veguherî mitîngeke protestoya rûniştinê. û li wir endama rêvebir a Kongra Star a bajarê Til Hemîs Afra el-Ebbas,  li ber girseyê axivî û got, “Em ê destûrê nedin van êrîşan. Berxwedana niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedanek li ser navê hemû Sûriyên azad e, bi saya Hêzên Ewlekariya Hundurîn yên ku bi biryardarî li dijî van êrîşan radiwestin. Tiştê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewime ne pevçûn e, lê bombebaranek bi zanebûn e ku tax û bajêr hedef digire.”

Herwiha endama  rêvebereriya Meclîsa Bajarê Til Hemîsê,Emaş el-Ebdullah, êrîşên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd şermezar kir û got, “Armanc terorîzekirina sivîl û niştecihan e.” herwiha di berdewamiya axaftina xwe de  tekez kir ku pêwîst e ev êrîş werin rawestandin û parastina sivîlan were misogerkirin.

Emaş el-Ebdullah di dawiya axaftina xwe de, bang li rayedarên têkildar, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li hikûmeta demkî bikin da ku êrîşên xwe rawestîne û komîteyên lêpirsînê yên serbixwe bişîne ji bo destwerdana li van komkujiyan.

Xwepêşandan bi piştrastkirina piştgiriya bêdawî ya niştecihên herêmê ji bo berxwedana gelê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button