NûçeSlide

Karwanê Kantona Cizîrê ji bo Piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Serê Sibê bi Rêket

Karwanê destpêkê yê xelkê kantona Cizîrê ya ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gihaşt Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên ku piraniya wan niştecihên Kurdin û herî zêde xelkên Efrînê ne , salin dirêj di dorpêçkirinekî pir zehmet de ji aliyê rêjîma Bais ve jiyan kirin .
Piştî hilweşîna rêjîma Bais, cîhadîstên girêdayî hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewla derbaskirina herdû taxan kirin.
Çend caran ew tax dorpêçkirin û êrîşî hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) a wan taxa kirin.
Piştî hewildanên paşketî êdî eşkere şer li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îlan kirin û ev 5 rojin bê navber bi hemû çekên giran êrîş dikin û hewla derbaskirina taxan dikin.

Cîhadîstan bi tang , top û balafirên bê mirov deverên ku sivîl lê bi cih dibin kirin armanc, herî zêde jî nexweşiyên ku birîndaran tê de tevî pêdiviyên kêm tedawî dikin , dikin armanca xwe .
Ji 5’ê Çileyê ta roja îro bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi dehan birîndar bûn di nav de jin zarok û kesên û temen mezin herwiha mal û milkê xelkê wêran bûn.

Ji ber şer û pevçûnên dijwar ta niha nêzî 2 hezar kes koçberî Efrîn, Heleb û gundewarên wê bûn.
Mirov dikare wiha pênase bike ku ew cîhadîstên ku komkujî li berava Sûriyê û Siwêdayê derheqê Elewî û Durziyan pêk anîn îro berê xwe dane gelê Kurd û dixwazin xirbtirîn komkujiyan derheqê wan de pêk bînin.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedanekî dîrokî li ber xwe didin û dibêjin ku ewê heta kêliya dawî li kêlek şervanên xwe bin.

Piştî banga seferberiyê hat kirin, ji duh de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî seferberiyê bûn. Ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel berê xwe didin Helebê. Îro jî şêniyên herêma Kantona Cizîrê bi pêşengiya jin û ciwanan, bi rihê Şerê şoreşgerî tevlî seferberiya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Gelê îro di saet 7ê sibê de ji Çarxerêya Yûsifê Gulo ya bajarê Qamişlo kom bûn, bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî Berxwedana QSD’ê” bi karwanek berê xwe dan bajarê Hesekê û li wir girseya gel bi giştî kombû û ber bi  taxên berxwedanê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêketin.

 

Related Articles

Back to top button