
Kongra Kongra Star a bajarê Dêrîk û Gige Lge bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin, her wiha şehîdên Komkuijya Parîsê bi bîr anîn.
Kongreya Star daxuyaniyek şermezarî û mehkumandinê derxist li dijî êrîşên ku mîrtîkên hikûmeta demkî li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê didin. Ev daxuyanî di çarçoveya bîranîna şehîdatên komkujiya Parîsê ya yekem de hat xwendin؛ ku di 9’ê Kanûna Duyem 2013’an de li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirkiyê hatin kuştin.
Daxuyanî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Dêrîkê ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Cizîrê, Ayhan Murad xwendin.
Di daxuyanî de hate gotin ku bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn sembûla berxwedana jinên azad û gelên kurd wê her di dilê me da bijîn.
Kongra Star di derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî wiha got: “Komên çete û dewleta tirkiyê sucên şer dide meşandin.”
Di daxuyanî de hate diyar kirin ku ev êrîş dê iradeya gelê nêşikîne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Helebê diayr kirin.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe rabin.



