DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Kongra Star Kantona Firatê komkujiyên çeteyan li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd kirine şermezar kir û diyar kir ku berxwedana van taxan wê dîrokê mayîndebe.

Hêrsa li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker têne perwerdekirin ve yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star a kantona Firatê daxuyanî dan.

Meclisa Kongra Star a kantona Firatê bi amadebûna nûnerên sazî, rêxistin û desteyên jinan daxuyaniyek li qada Jina Azad a bajarê Kobanê da. Berdevka Kongra Star a Kantona Firatê Luceyîn Salim daxuyanî xwend.

 daxuyanî wiha ye:

6ê Kanûna paşîn (Çileyê) ve, hikûmeta demkî ya Sûrîyeyê, bi piştgirîya rasterast a dewleta dagirker a Tirkîyeyê, êrîşeke berfireh û sîstematîk li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê dest pê kir. Ev êrîşa, ku bi beşdarîya komên çekdar ên girêdayî wê pêk hatîye, çekên giran ên cûrbecûr, di nav de tank, wesayîtên zirxî û dron tê de hatin bikaranîn. Ev êrîş beşek ji sîyaseteke sîstematîk e, ku armanc dike bi darê zorê guhertina demografîk li herêmê û koçberkirina niştecihên resen, digel malbatên ku ji ber polîtîkayên dagirkerîya Tirkîyeyê li herêma Efrînê penaberî van taxan bûne, pêk bîne. Ev hemû beşek ji hewldaneke ferzkirina kontroleke tevahî û vejandina projeyên hegemonîk ên bi karekterê Osmanî ne.
Ev êrîş bi binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan re hatîye kirin, di nav de hedefgirtina rasterast a deverên niştecihbûnê û binesazîya girîng, nemaze navendên tenduristîyê. Mînaka vê yekê, Nexweşxaneya Xalid El-Fecir bi berdewamî hatîye bombebarankirin, ku di encamê de di nav karmendên bijîşkî, nexweşan û birîndaran de, qurbanî çêbûne û ew bi tevahî ji kar hatîye derxistin. Ev binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye, nemaze prensîbên têkildarî parastina navendên bijîşkî di dema pevçûnên çekdarî de.
Di berdewamkirina va sûcan de, dîmenek belav bû ku komek çekdaran, termê şervaneke jin a Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ji jorê avahîyekê ve diavêjin. Ev kiryar binpêkirineke eşkere ya rûmeta mirovan û sûcekî şer ê tevahî ye, ku şêwazeke dubare ya sûcên ku jinan hedef digirin nîşan dide ye, wekî ku berê ji hêla DAIŞê ve li Şingalê û ji hêla komên girêdayî Tirkîyeyê ve li Efrînê hatine kirin. Ev reftar hişmendîyeke tundrew a li ser bingeha tundûtûjî û dûrxistinê eşkere dike, ku armanc dike jinan wekî aktorên sîyasî û civakî hedef bigire û tolê ji rola wan a pêşeng di berxwedana li dijî DAIŞê û parastina nirxên azadî û demokrasîyê de hilîne, ji ber ku jinan li Kobanî, Baxoz û Şêx Meqsûdê modeleke berxwedanê nîşan dane.
Ev pêkanînên sûcên hovane, xwezaya tundûtûjî û neqanûnî ya van koman û dûrketina wan a tevahî ji her pabendbûneke bi têgeha dewlet an serwerîya qanûnê re, piştrast dikin. Ew herweha nekarîna vê hişmendîya faşîst ku bi îradeya gelên azad re, rû bi rû bimîne, nîşan didin, nemaze îradeya jinên, ku dê ev sûc, wan ji berdewamkirina rêveçûna têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasîyê, asteng nekin.
Li ser bingeha berpirsîyarîyên xwe yên sîyasî û exlaqî, em, wekî Kongreya Star, van sûc û binpêkirinên ku li dijî jin, zarok û sivîlan hatine kirin, bi tundî şermezar dikin û em hikûmeta demkî ya Sûrîyeyê û piştgirên wê, ji hêla qanûnî û sîyasî ve bi tevahî berpirsîyar dibînin. Herweha em bêdengîya Neteweyên Yekbûyî, dewletên garantor û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî şermezar dikin û daxwaza rawestandina tavilê ya van êrîşên dijminane, parastina sivîlan û binesazîyê û vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe dikin, da ku hemû sûcdarên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahîyê, li gorî prensîbên dadwerîya navneteweyî û mafên mirovan, werin cezakirin

Related Articles

Back to top button