
Cîhadîstên girêdayî Hikûmeta demikî ya Sûriyê 5 rojan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dabûn ber topan, bi hemû çekên giran êrîş deverê Sivîlan kirin û niştecihên deverê bi darê zorê dane koçberkirin.
Piştî berxwedaneke dîrokî ji aliyê gel û hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Şêxmeqsûd ê , di 10’ê Çileya 2026’an de Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî ji aliyê Cîhadîstên girêdayî Hikûmeta demikî ve hate kontrolkirin.
Cîhadîstan gel li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîl girtin û gelek sûcên şer derheqê wan de pêk anîn
Di 10’ê Çileyê de karwanek ku ji sedan kes ji tevahî bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirî û xwedîliderketina li gelê ku li hember hovtirîn êrîş berxweda berê xwe dan Dêr Hafir navenda dawî ya di navbera Cihê kontrola Hêzên Sûrya Demokratî û deverê di bin komtrola cîhadîstan .
Karwan bi armnca piştgirî û pêşwaziya Şehîd û birîndarên Şêxmeqsûd ê ,dane rê.
Karwanê li Dêr Hafirê doh danê şevê birîndar hilgirtin ber bi Tebqa û Reqayê ve û gel li cihên ewl e bicih kirin.
Herwiha 35 ji birîndaran li nexweşxaneyên Hesekê têne tedawîkirin .
Îro di 11’ê Çileyê de bi sedan karwanê gel gihiştin bajarê Qamişlo û ji aliyê sedan kes bi tilîlî û hêsran hatin pêşwazîkirin.
Bi sedan gelê bajarê Qamişlo li qada Yûsif Gulo ji bo pêşwaziya karwanan kom bûn.
Karwan di saet 12 û nîvan de gihişt bajarê Qamişlo û hin ji wan ber bi Tirbespî û Dêrikê ve çûn





