
Kongra Star li bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaymez civînek li dar xist. Civîn li hola civînan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li bajêr bi beşdariya şêniyên Holê û endamên saziyên sivîl pêk hat.
Civîn bi deqeyek rêzgitinê dest pê kir, piştre endama Kongra Star a li bajêr Henûf El Hesen axivî.
Henûf diyar kir ku peyama ku Sakîne Cansiz ji bo jinên Rojhilata Navîn daye ew bû ku “teslîmiyet xiyanet e, berxwedan jî jiyan e.” her wiha diyar kir ku Sakîne bi têkoşîna xwe modela jina azad nîşan da û mînakek qehremanî pêşkêş kir.
Di civînê de sînevizyona der barê têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê hat pêşandan.





