Wek Lehiyê Şêniyên Kantona Qamişlo ji bo Şermezarkirina Êrîşan Daketin Qadan
Êrişên çeteyan ên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Koçerê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin şermezarkirin

Li bajarên Dêrik, Girkê Legê,Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Koçer yên kantona Cizîrê ji bo şermzarkirina sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, meşên girseyî hatin lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, tevî endamên saziyên xizmetguzarî û Yekitiya Mamosteyan ji Qada Azad ber bi sûka navendî ve meşiyan. Girseyê dirûşmên şermezarkirina sûcan berz kirin û wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hildan.
Girse li sûka navendî rawestiya û deqeyekê rêz girt. Piştre hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî.
Ciwan Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku li gelek welatan gel ji bo xwedîderketina li berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd serî hilda û got: “Dema em dibêjin Kurd, em behsa berxwedanê dikin, ji ber Kurd bi berxwedana xwe û îradeya xwe ya azad li hemberî hemû planên qirkirinê rabûn.”
Hesen bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember sûcên ku têne kirin erkên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li hêzên kurdî kir ku yekrêziya xwe xurt bikin.
Çalakî bi bezkirina dirûşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
Li bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku sedan xwendekar û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tev lê bûn, ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin hildan. Dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” jî hatin berzkirin.
Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê Yekitiya Xwendekaran daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê xwendekarên bi navê Racal Karker û Sozvîn Nîdal ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama êrişên li ser van taxan de wêraniyeke mezin li binesaziya perwerdeyê bû û bi hezaran xwendekar ji mafê xwe yê fêrbûnê bê par man.
Hate gotin, tevî ku êrişên li pêş çavê dewletên mezin, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hatin kirin, lê helwesteke zelal ji aliyê wan ve nehat dayîn.
Di daxuyaniyê de bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember êrişan hat şermezarkirin, berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û bajarokên wê jî meşek li dar xist. Şêniyan di meşê de wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wêneyên ku balê dikişînin ser sûcên ku çeteyan li van taxan kirine, hatin hildan.
Girse li pêşiya avahiya Komeleya Perwerdeyê heya navaraste bajêr ve meşiyan, silogana ` Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.
Girse li naverasta bajêr sekinî û deqeyekê rêz girt. Piştre endama Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî û got ew tu carî ji êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker natirsin, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka vê berxwedanê ne. Xaliyayê da zanîn ku ew bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin û got, bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişkaran re.
Xaliya Ehmed destnîşan kir ku dê berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî êrişan xurtir bikin û xwedî li destkeftiyên ku şehîdên me bi dest xistine derkevin.
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Silêman Derwîş da zanîn ku çeteyên bi navê îslamê êrişî gel dikin, lê ew îslamê li gorî xwe didin meşandin. Silêman Derwîş êrişên li Şêxmeqsûd û Eşerfiyê şermezar kirin û bêdengiya hêzên cîhanî jî wek hevkariya wan bi êrişan re nîşan da.
Şêniyên bajarê Til Hemîsê jî ji pêşiya avahiya Saziya Temwînê heya ber bi navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve meşiyan.
Bi sedan şêniyên Til Hemîsê, ligel nûnerên saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî û serokên eşîran, ji bo şermezarkirina êrîş û sûcên ku hikûmeta Şamê bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirkiyê li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike, meşek girseyî li dar xistin. Beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her wiha wêneyên sûcên şer ên li dijî gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirine, hilgirtin. Dema ku çalakvan gihîştin Navenda Ewlekariya Hundirîn, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek bêdengiyê rawestiyan . Piştî vê yekê, Nahiye El-Husên, bi navê Kongra Star, axaftinek kir û got, “Bi navê jinên azad, em bêdengiya navneteweyî ya li hember hovîtiya ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewime şermezar û şermezar dikin: koçberkirina niştecihan, tirs û wêranî, û şehîdxistna lehengên me yên di berxwedanê de, ji şehîd Ziyad bigire heya şehîdên din ên tevgera azadiyê.” Wê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro, em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û piştgiriya wan ji hêla exlaqî û manewî ve dikin. Ger pêwîst be, em ê ezmûna xwe ya piştgiriya wan, wekî berxwedana li Bendava Tişrînê, dubare bikin.”
piştre endama rêveber a meclisa bajêr Emaş el-Ebdullah, , wiha diyar kir ku ev her du tax rastî êrîşên tund ên komên girêdayî rejîma Sûriyeyê hatine, ku deverên niştecihbûnê û binesaziya xizmetê hedef girtine. Ev yek bûye sedema şehîdbûna sivîlên bêguneh, wêrankirina binesaziyê û koçberbûna niştecihan. Wî tekez kir ku tiştê qewimî ne tenê aloziyeke leşkerî ye, lê sûcek li dijî mirovahiyê ye, zarokan ji dibistanên xwe mehrûm kiriye û malbatan neçar kiriye ku birevin.
wiha lê zêde kir: “Em piştgiriya xwe ya bêdawî û dilsoz ji bo Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDF) ji nû ve piştrast dikin, ku em bi tevahî piştgiriyê didin wan. Ew, wekî ku wî wan bi nav kir, mertalê parastina ax û rûmeta me ne. Hevgirtina me bi wan re exlaqî ye, ne siyasî ye.” Wî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em van êrîşan şermezar dikin û siyaseta bombebarankirin û koçberkirinê red dikin. Em sûcdaran ji hêla exlaqî ve berpirsiyar dibînin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku van binpêkirinan rawestînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Em hemû QSD ne” û “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.



