
Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awarte re derbas dibe, bi sedan şervan di eniyên pêş de di rewşa parastina herêmê de ne.
Jin û dayikên rojava rojan e ji bo şervanan xwarinên cûr bi cûr bi hejmarekî mezin li ser agir çêdikin
Ji ber ku şervan di rewşa parastina gel û herhêmê de ne lewma nikarin di vê demê de navbera rehetiyê bistînin û nêzî mehekê ye ku serdana malên xwe nekirine ,lewma gel bi rihê civaka komînal xwe berpirsyarê şervanên xwe dibîn e.
Gel bi hemû îmkanên heyî hemû tiştên ku tên xwestin ji bo şervanan pêşkêş dikin.
Îro jî Ekîbek ji rêvebir û endamên Kongra Star bi awayekî hevbeş ji şervanan xwarin hazir kirin.
Ekîbê bi awayekî aktîv ji danê sibehê ve dest bi hazirkirina xwarinê kirin.
Xwarin ji birinc, savar ,goşt û şînkayî pêk dihat.
Jinên rojava di sibehê de xwarinê ji şervanan re çêdikin û di êvarê de parastina taxên xwe dikin herwiha tekez kirin ku ger di van rojên zor û zehmet de bi erkê xwe ve ranebin, êdî piştî vê demê ne pêwîste em tiştekî bikin.





