ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star a bajarê kobanê ji bo kampayaya Keziyan ya ku hatî dest pêkirin, Çalakiyek li Dar Xist

Rêxistinan Kogra Star a bajarê kobanê ji bo qutkirina keziya şervana jin li qada Jina Azad a bajarê Kobanê çalakiyek lidarxist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li wir Koordînasyona Kongra Star a Peyman Elûş axivî.

Peyman Elûş diyar kir ku jinên ku rûmeta mirovahiyê parastin di şoreşa 19`ê Tîrmehê de û şoreşa jin belavî tevahî cîhanê kir û wiha got: “Jinan bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyan têkoşîn kir û ev zihinyeta ku jinan dike hedef têk bir. Jin bi berxwedan û têkoşîn xwe bûn sembola azadiyê.

Peyman da zanîn ku çeta heta ji keziyên jinan ditirsin û tirsa li ser keziyên jinan, wan keziyek qut kir li şûna wê bi hezaran û milyonan keziyên jinan hene.

Piştî Keziya ku bi rengê Kesk, Sor û Zer ku bi destên jinan hatibû hûnandin, li pêşiya Qada Jina azad hat daliqandin.

Çalakî bi dirûşma “Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button