ÇalakîNûçeSlide

Alîkariya Kanala 8` li Koçberên Serêkanî û Efrîn tê Belavkirin

Alîkariya Kanal 8'ê a ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, îro li bajarê Hesekê bi daxuayniyekê radestî Heyva Sor a Kurd kirin.

Endama Heyva Sor a Kurdî Cîhan Omer diyar kir ku li Hesekê15 kamyon  alîkariya  tên beşavkirin û bang li Rêxistinên mirovî kir ku piştgirî bidin koçeran jib o vegera bi ewle .

HESEKÊAlîkariya KANALA 8′ a ku derbasî Rojavayê kurdistanê bûyî, û di riya Heyva Sor a Kurdî li koçberan were belav kirin . Alîkariya ku gihiştiye bajarê Hesekê 15 kamyon û wê ev alîkarî li koçberên Serêkaniyê û Efrînê bên belavkirin. Wê ev 3 an 4 rojan li bajarê Hesekê belavkirin bidom e.

Endama Heyva Sor a Kurdî Cîhan Omer Cîhan Amer piştrast kir ku pêdiviyên xwarinê dê li koçberên Efrîn û Serê Kaniyê werin belavkirin, û li Hesekê 3 xal ji bo mekanîzmaya belavkirinê hatine destnîşankirin, ku cihên belavkirinê li Til Hecer, Nasiriye û Muftî ne.

Cîhan  destnîşan kir ku rewşa koçberan di vê qonaxê de pir xirab e, û Heyva Sor a Kurd alîkariya yekem, derman û alîkariyên ji wan re peyda dike. Wê wiha anî ziman, “Em Spasiya her kesî dikin ku alîkariyê pêşkêş dikin .alîkarî bi tensîq bi meclisa Efrîn û Serêkaniyê tê belavkirin .Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku alîkariyê bidin koçberên di hundir û derveyî kampan de.”

Cîhan Omer bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku piştgirî bidin koçberan ji bo vegera bi ewle .

Related Articles

Back to top button