NûçeSlide

Kongra Star Serdana Kolombiyayê kir

Kongra Star serdana Meclisa Xwecih a bajarokê Cauca yê Kolombiyayê kir. Di civînê de pevguhertina ezmûnan di warê rêxistina civakî û rêveberiya xwecih de nîqaş kirin.

Nûnera Kongra Star Bêrîvan Xalid di çarçoveya xurtkirina têkiliyan û pevguhertina ezmûnan de, serdana yek ji bajarokên girêdayî bajarê Cauca yê li başûrê rojavayê Kolombiyayê kir.

Bêrîvan Xalid li wir bi endamên meclisa xwecih a bajarok re civiya. Bêrîvan Xalid ezmûna jinên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û beşdariya çalak a jinan di jiyana siyasî û civakî de parve kir.

Di civînê de her du aliyan pirsgirêkên civakî yên hevbeş nîqaş kirin û ezmûnên di warên birêxistinkirina civakî û rêveberiya xwecih de parve kirin. Endamên meclisê diyar kir ku ew dixwazin sûdê ji ezmûna jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werbigirin. Der barê nîşaneyên vê ezmûnên û pirsgirêkan de jî nîqaş çêbûn.

Her du aliyan de di dawiyê de girîngiya domandina têkiliyên û rêbazên pêşxistina tevkariyê di siberojê de vegotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên vî bajarokê bi rêya komîteyên wekî parastin, tenduristî û çandî û hwd xwe bi rêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibin.

Şandeya jinên Rojava serdana xwe ku bi beşdarbûna di Konferansa Jinan a Cîhanê de li paytexta Kolombiyayê Bogotayê dest pê kir û li Amerîkaya Latîn didomîne.

Related Articles

Back to top button