NûçeSlide

Nûnera Kongra Star li Zanîngeha Jinan a Kolombiyayê semîner da

Nûnera Kongra Star li zanîngeha taybet a jinan a Kolombiyayê li ser ezmûna jinan di Şoreşa Rojava de, rola wê ya pêşeng di oxira azadî û beşdariya aktîv di tevahî warên jiyanê de axivî.

Serdana şandeya jinan ku bi beşdarbûna di Konferansa Jinan a Cîhanê de li paytexta Kolombiyayê, Bogota dest pê kir berdewam dike. Îro nûnera Kongra Star Bêrîvan Xalid li zanîngehek taybet bi jinan a girêdayî rêxistina “Creek” li herêma Cauca ya li başûrê rojavayê Kolombiyayê sermînerek da.

Bêrîvan Xaldi di semînera xwe de bal kişand ser ezmûna jinan di Şoreşa Rojava de, rola wê ya pêşeng a têkoşînê di oxira azadî û beşdariya aktîv a tevahî warên jiyanê yên siyasî, civakî û leşkerî de.

Bêrîvan diyar kir ku ezmûna jinan li Rojava temsîla modela îlhamê ya guhertina civakê dike û karî amadebûna xwe di biryardanê û parastina mafên xwe de, li gel astengiyên mezin îsbat bikira.

Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên ku şandeya jinan ji bo danasîna ezmûna jinan li Rojava û balkişandina ser xebatên wê di avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê de pêk tê.

Şandeya Jinan a ji Rojava serdanên xwe ji Amerîkaya Latîn re bi rêya hevdîtin, civîn û semînerên di çarçoveya xurtkirina peywendî û pevguherîna pisporiyan de didomîne.

Related Articles

Back to top button