NûçeSlide

‘Xwendina bi Zimanê Dayikê Serfirazî ye ‘

Mamoste û Şagirtên Zimanê Kurdî tekez kirin ku  Ziman bingehek sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî  ye û gotin:” hebûna her kesayet û civakê bi zimanê wan ve girêdayî ye”.

Di 21’ê Sibata 1999’an de ji alîyê UNESCO û Yekîtîya Milletan ve roja zimanê dayikê yê cîhanî ji bo cureyên çandî, ewlahîya ziman û piştgirîya ziman hate qebûlkirin. Roja zimanê cîhanî li hemberî asîmîlasyon û înkarîyê, zimanê gelan ji alîyê hiqûqa navnetewî, hiqûqa mafê mirovan û gelek sazîyên azadîxwaz ve hatîye piştgirîkirin.

21 Sibatê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê Ye, Li Seranserî Dunyayê Ev Roj Tê Pîrozkirin. Zimanê Kurdî Bi Sedê Salan Rastî Hewildanên Windakirinê Hatiye, Lê Kurdan Bi Hemû Zor Û Zehmetiyan, Bi Rêya Helbest Û Strana Karîbûn Parastina Zimanê Xwe Bikin.Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên Suryan û Ermen jî  Heta Sala 2011 ji ber zexta Rêjîma Baas  Nikarîbûn Wê Rojê Pîroz Bikin, Lê Ji Destpêkirina Şoreşa 19 Tîrmehê Heta Niha Ew Roj Bi Coş Tê Pîrozkirin. Têkldarî vê mijarê Mamosteya Zimanê Kurdî Songul Hemo û şagirtên Kurd nirxanidn kirin .

‘Ji malên takekesî ber bi zanîngehan’

Songul Hemo yek ji wan mamosteyan bû ku di pêşxistina zimanê Kurdî de roleke girîng lîst û her wiha di bin zext û êrîşên rejîma Esed de malên Kurdan veguherandin dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî.

Songul 21’ê Sibatê li tevahî cîhanê pîroz kir û  tekez kir ku Şoreşa Rojava şoreşek e ji bo parastina dîrok, çand û zimanê dayikê. Wê destnîşan kir ku di destpêka şoreşê de, dayikên Kurd, tevî zext û êrîşên rejîma Baasê, ji bo hêsankirina vê gavê malên xwe vekirin. Wê zêde kir ku bi biryardariya gelê Kurd, ew ji malên takekesî ber bi  saziya Zimanê Kurdî ,dibistanan, dû re peymangehan û di dawiyê de zanîngehan ve çûn.

Songul  balkişand li ser keda maosteyan ku di pêngava despêkrina Şoreşa Rojava , ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî hem mamoste bûn û hem jî şagirtbûn û wiha anî ziman :”Metryalê bi zimanê Kurdî hate amadekirin û mamoste li ser wê hatin perwerdekirin, bi armanca avakirina nifşekî hişmend bi dîrok, çand û exlaqekî xurt. Di destpêka şoreşê de, mamoste di heman demê de mamoste û xwendekar bûn, bi rêya peymangehan li ser vê metryalê perwerde dibûn.”

‘Jin barê rêvebirin û fêrkirina civakê hilgirt ser milê xwe ‘

Songul behsa rola jin di pêşxistina Zimanê dayikê û wiha got:”Di Şoreşa Rojava de, jinan di pêşxistina ziman û perwerdekirina wê de roleke girîng lîstin. Wan li malê zarokên xwe perwerde kirin û her wiha berpirsiyariya perwerdekirin û birêvebirina tevahiya civakê girtin ser xwe.jin di vê şoreşê de di pêşxistina qada perwerdehiyê de bi ser ketine ji ber ku ew ji vî warî hez dikin û hem li malê û hem jî di civakê de pratîk dikin.”

Songul  got ku di bin  sîstema rejîma Baasê de gelek zehmetî kişandin, lê tevî êrîşên berdewam ên dewleta Tirk, DAIŞ û rejîma Baasê, wan di rêxistinkirin û hînkirina pergala xwe ya perwerdehiyê de bi ser ket. Wê zêde kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, hêviyê wan û  civakan ew bû ku  xwedî nasnameyek neteweyî bin û zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

‘xwendina bi zimanê dayikê serfirazî ye’

Songul da zanîn ku xwendina bi zimanê dayikê serfirazî ye û bi Saya Ramanên Rêber Ocalan Û Xwîna Şehîdan hatiye bi destxistin û wiha anî ziman:”Bi Zimanê kurdî îro perwerde jî têkirin, rojnamegerî, nivîskarî, karê zanistî, hunermendî, dîplomasî, siyaset, lêkolîn û hemû çûre çalakiyên rewşenbîrî bi kurdî her roj derfetên nû ji xwe re peyda dike. Divê ku mirov zanibe ziman, ne tenê weke nasname mirovan e. Ji xaynî wê yekê jî ziman hebûna rastiya mirov û pêşketina wî ye. Dîroka zimanê dayikê, bi dîtina xwe re bi têgihiştinê re dest pê dikê. Piştre bi biafirandin, axaftin û nivîsandinê re berdewam dike.”

‘Zimanê dayikê nasname û rûmeta me ye ‘

Şgirta bi navê Ciwana Mihemed roja cîhanî a Zimanê dayikê pîroz kir û wiha got:” Ev çend sal bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin rixmî zextên rêjîmê lê em wekî şagirt emê her tim bi ziamnê xwe dayikê bixwînin û emê pêşbixin da ku em pêşerojek azad bidin ava kirin . piştî rêjîm hilweşiya HTŞ’ê  cîhadîst êrîşî herêmê me kir û ev nêzî heyvekê em nehatibûn dibistanê xwe .Hestekî pir xweşe ku em bizmanê xwe fêr dibin û diaxivin . Em bi zimanê xwe hene ji ber ziman nasname û rûmeta me ye  .”

‘ji mafê me ye em li ser axa xwe bi zimanê xwe bixwînin’

Şagirta bi navê Bêrîtan Ismaîl jî diyar kir ku wekî keçeke kurd ji mafê wê ye ku li ser axa xwe jiyan bike û bi zimanê xwe yê kurdî bixwîne û wiha anî ziman:”pir girînge em dîroka xwe nas bike, çiqas hewldanê dijmin hebe ku me tune bike wê nikarbe ji ber ku di nava 14 salê Şoreşê nifşek xwedî ziman, dîrok û çand hatiye avakirin . “

 

 

Related Articles

Back to top button