
Li seranserî cîhanê hemû pêkhate di zimanê xwe yê dayikê de azad û xwedî mafin, lê gelê Kurd hertim di dîrokê de hewla tunekirin û pişaftina wan dihate kirin.
Bi taybet piştî parçekirina Kurdistanê êdî gelê Kurd di bin zimanê , Erebî, farisî û Tirkî de hatibû windakirin
Êdî dem hatiye ku gelê Kurd wekî hemû gelê cîhanê serbest bi zimanê xwe bixwîne û biaxive.
Bi boneya roj cîhanî ya zimanê dayikê xwendekarê navçeya Amûdê herikîn qadan.
Bi dehan xwendekar û mamosteyên ku doza mafê xwendina bi zimanê dayikê beşdarî meşa girseyî ya Amûdê bûn.
Meş di saet 11’an de ji qada Jina Azad destpêkir û ber bi qada şehîd Cîdad ya nava bajar ve çû.
Di meşê de xwendekaran cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn û bi durişmeya bê ziman jiyan nabe qîr dikirin.
Herwiha bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin
Paşê Berdevka rêvebirinên dibistanên Amûdê Hena Xalid Axivî û got
Gelê Amûdê yê hêja , mamoste û xwendekarên hêja bi qasê vê coş û kelecana di dilê we de ,bi qasî hezkirin û dilsoziya me teva ji bo zimanê dayikê em we teva silav dikin.
Rêz û hirmetê xwe pêşkêşkî we dikin ku îro di vê roja pîroz de we hest, deng û helwesta xwe , we bi me re wek mamoste û xwendekar belav kir.
Îro 21 ê Sibatê roja Cîhanî ya zimanê dayikê ye
Em jî weke gelê Kurd xwedî mafekî dîrokî û rewa ne ku bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin
Îro em di gê roja cîhanî de dengê xwe didin raya giştî û wiha dibêjin
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be. Di vê boneyê de em hemû kesên ku di ber zimanî de ked dane û şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Herwiha tevahiya gelên ku ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê tê dikoşin silav dikin.
Gelê kurd, xwedî dîrokeke kevnare li ser vê xaka pîroz, gelê kurd xwedî dîrok, çand, ziman û nasname ye, tu carî fêrnebûye ku gelê derdora xwe, hebûn, çand û zimanê cîranê xwe tune bike, lê her dem sîstemên desthiladar, xwestine hebûn, çand, zimanê gelê kurd tune bikin. lê bi tevî hemû siyasetên pişaftin û asîmilasyonê lê bi saya şehîdên me û ziman zan û wêjevanên ku xebat ji bo parastina zimanê kurdî kirin, ev ziman hat parastin.
Di şoreşa rojava de, xewna hezarê salan bû rastî, û zimanê ku şere wê dihat kirin û qedexe bû. Bû zimanê perwerdê, bi hezaran mamoste ev erk dan ser mile xwe, bi sedhezaran xwendekar bi dilsozî zimanê xwe yê dayikê hilbijartin û ji refa 1 ta zanîngehê bi zimanê dayikê xwendin
Ji satekê zêdetir e ku Sûrîye bi temamî, rojavayê Kurdistanê jî di nav de, derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, yek jê mijara zimanê kurdî ye ku li ser maseya danûstandinan e û cihê wî, di Sûrîyeya nû de tê guftûgokirin. Di vê çarçoveyê de, girîng e ku em, biryarnameya 13em a Serokê Sûrîyeyê yê Demkî, Ehmed El-Şeri, bi bîr bixin. Bi vê biryarnameyê, cara pêşîn e ku di dîroka Sûriyeyê de, zimanê kurdî qonaxa tunedîtinê derbas dike û bi awayekî fermî tê naskirin. Heriçqas ji alîyê sembolîk û dîrokî ve gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarnameya han, mafên zimanî yên gelê kurd misoger nake. Ji bo ku wekî destkeftîyeke mayînde bê parastin, pêwîst e zimanê kurdî wekî “zimanê fermî” di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. Lewra zimanê gelê kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, ji wê çendê mezintir e ku wekî “zimanekî niştimanî” bê pênasekirin ku heftane bi tenê du saetên dersa bijarte jê re bên vegetandin û pê re jî çend çalakîyên çandî.
Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporaye jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedîtîyê lê bike.
Her wiha weke gelê kurd li Rojava li destkeftiyên xwe xwedî derkevin, û biparêzin û keda hezarê mamoste û sedhezarên xwendekaran biparêzin.




