
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Perwerdehiya Ziman (21ê Sibatê), îro bi pêşengtiya desteya Perwerde û Fêrkirinê ,bi hezaran pêkhateyên Hesekê daketin kolanan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Kongreya Star, rêxistinên civaka sivîl, xwendekar û mamoste tevlî meşê bûn.
Meş li ber Parka Rêber Ocalan a li taxa Nasra dest pê kir û ber bi çerxerêya Sinalko a taxa Til Hecer veguherî mitîng .
‘biryara 13 mafê kurdan bidestnaxe, pêwiste di destûra bingehîn mafê zimanê kurdî hebe ‘
Piştî deqeyek Rêzgirtin, Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha got:” Ji salekê zêdetir e ku Sûrîye bi temamî, rojavayê Kurdistanê jî di nav de, derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, yek jê mijara zimanê kurdî ye ku li ser maseya danûstandinan e û cihê wî, di Sûrîyeya nû de tê guftûgokirin. Di vê çarçoveyê de, girîng e ku em, biryarnameya 13em a Serokê Sûrîyeyê yê Demkî, Ehmed El-Şeri, bi bîr bixin. Bi vê biryarnameyê, cara pêşîn e ku di dîroka Sûrîyeyê de, zimanê kurdî qonaxa tunedîtinê derbas dike û bi awayekî fermî tê naskirin. Heriçqas ji alîyê sembolîk û dîrokî ve gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarnameya han, mafên zimanî yên gelê kurd misoger nake. Ji bo ku wekî destkeftîyeke mayînde bê parastin, pêwîst e zimanê kurdî wekî “zimanê fermî” di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. “
‘Zimanê Kurdî dozeke Netewî ye ‘
Jînda di dewama axaftina xwede wiha anî ziman:”Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş .”
Meş bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe “bi dawî bû



