ÇalakîNûçeSlide

YPJ’ê nasnameya Şoreşa Rojava ye

Yek ji rêzeçalakiyên 8ê Adarê ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş ve hatî destpêkirin û di bin dirûşmeya “ Jin Rojava diparêze”îro meşek girseyî ji bo piştgirya Hêza Parastina Jin YPJ’ê li darxistin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê (Roja Jinan a Navneteweyî) bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin”di 19 Sibatê de aşkera kir.ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê meşek girseyî hat lidarxistin.

Meşek ji çerxerêya Marşo dest pê kir û li  Qada Aştiyê ya bajarê Hesekê veguherî mitîng. Bi hezararn endamên Yekîneyên Parastina Jinan, Kongreya Star û rêxistinên jinan ên li kantona Hesekê , Til Temir, Dirbêsiyê , kampa Serêkaniyê û Waşokanî beşdar bûn.Beşdaran alên Yekîneyên Parastina Jinan û pankartek bi nivîsa “Jin Rojava diparêzin” hilgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo tekez kir ku jinan bi tekoşîna xwe ya bi salan hebûn û rola xwe nîşan kir û bi rêxistinbûyîna xwe deng veda û wiha axaftina xwe dewam kir :”Berî Şoreşa Rojava, şoreşa jinan, hişmendiya baviksalar û otorîter, bi hemû şêweyên xwe, bênavber nasname û hebûna jinan hedef digirt. Armanca wan ew bû ku jinan ji pêşketin û pêşengiya civakê asteng bikin. Vê şoreşê rê li ber jinan vekir ku di hemû waran de cih û rola xwe ava bikin.”

‘YPJ’ê di parastina rûmeta gelan de pêşeng e ‘

Rîhan Loqo da zanîn ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yek ji destkeftiyên bingehîn e ku şoreşa jinan di parastina jinan de li çaraliyê cîhanê bi dest xistiye û wiha dewam kir :”Berpirsiyariya parastina civakek demokratîk hilgirtiye ser xwe û ji bo pêşkeftina civakê têkoşiyaye. YPJ di parastina rûmeta gelan de pêşeng e û mînakek jinên bihêz û rêxistinkirî ye. Bi biryardariyeke bênavber li dijî terorê şer kir, bû sembola hêzê û di dawiyê de teror têk bir. Ji ber vê yekê, em îro êrîşên  rejîmên otorîter li ser destkeftî û nasnameya jinên azad dibînin.”

‘Şehîd Denîz sembola hêz û baweriyê ye ‘

Rîhan balkişand li ser hovîtiya HTŞ’ê a cîhadîst li dijî şervanên Jin û wiha got:”Di êrîşên li ser Şêx Meqsûd de, wan Şervana Kurd Denîz hedef girt û ew ji qata çaremîn avêt. Şehîd Denîz bi berxwedana xwe peyamek da ku berxwedan jiyan e, û bi wê re, em ê gelek serkeftinan bi dest bixin. Ev êrîş redkirina wan a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) nîşan didin, lê em dibêjin ku YPJ nasname û dîroka me ye; ew rêya me ya parastinê ji polîtîkayên qirkirinê ye. YPJ nasnameya me ye. Ew şoreşa jinan e, û em ê ji bo nasname û hebûna xwe şer bikin.Ger YPJ di destûrê de neyê naskirin, em ê ranewestin; em ê her kêliyê têkoşîna xwe bidomînin.     “

Meş bi dirûşmeya “ Bijî Berxwedana YPJ” bi dawî bû .

Related Articles

Back to top button