
Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê platforma tevger û rêxistinên jinan li Rojavayê kurdistanê hatibû li darxistin kongra star ji bo piştgitiya Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê herwiha ji bo parastina destkeftiyên ku jin di şoreşa rojava de bidestxistine di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ê Adarê meşeke girseyî li darxist.
Hêjayî gotinê ye ku YPJ’ê Roleke Sereke di şerê li dijî Daişê lîst û muhra xwe li dîrokê xist herwiha bi hezaran jin û keçên Şingalê bi destê YPJ’ê hatin rizgarkirin.
Hêza YPJ’ê ji bo tevahî jinên Cîhanê bû mînak û hêz.
Êdî dem hatiye ku Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê wekî hêzekî taybet di destûra nû ya Sûriyê were bicihkirin
Meş di saet 11’an de ji çarxêreya Osman Sebrî destpêkir û li çarxêreya şehîd Rûbar bidawî bû.
Piştî rawestndina meşê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin .
Paşê Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer axivî û wiha got.
Îro em ji bo bikindkirina dengê xwe ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li vir in.
YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye , lê belê şoreşa fikir, wijdan û azadiyê ye.
YPJ’ê wek hêzan Jin xwe îsbat kir ku ev hêz ticarî qebûl nake ku jin dûrî wekheviyên şer û aşîtiyê bin.
Dema hêza jin şerê terorê û tarîtiya Daişê kir di çeperê şer de hertim li pêş bûn ji bo parastina gelê xwe û bi taybet Jin.
YPJ’ê di damezrandin xwe û şerê li dijî terorê de xwest ku mohra xwe li dîrokê bixe û hebûn û hêza jin îsbat bike.
Emîna tekez kir ku YPJ’ê îsbat dike ku divê ew civaka xwe ya azad û demokrat ava bike, piştgiriya me ji bo YPJ’ê ji bo pirojeyeke demokratîk e.
Herwiha da diyarkirin ku ewlehiya rastîn bi edalet û tevlîbûna jin di hemû qadên têkoşîn û parstinê de ku xwedî biryar bin û pêşeroja xwe bi destê xwe binvisînin.
Di van herdû heyvên dawî de gelek êrîşên hovane li ser gelê Kurd hate meşandin , armanca wan ya sereke ku gelê Kurd bê îrade bihêlin di heman demê de li ser jina Kurd bû ku hemû cûre tundî li ser jinan dane meşandin.
Lewra hîn metirsiyeke mezin li ser gelê me heye ji me tê xwestin ku em yekîtiya xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe yên ku bi xwîna şehîdan me bidestxistine biparêzin.
Di dawiyê de jî Emîne got ku gerekî em bi deng û helwestên xwe piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê bikin û tevlîbûn xwe di nava wan de bicih bînin .



