DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star:Em ê Bi Hûnandina Keziyên Keçên Kurd Şerê Qirkirin û Tunekirinê Vala Derxînin

Bi Rasthatina 8'ê Adarê Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo Bi daxuyaniyekê pilansaziya rêzeçalakiyê 8'ê Adarê Raghand Herwiha Keziya 100 Metre Hûnandin.

Bi boneya 8’ê Adarê Kongra Star eşkere kir ku dê li seranserî rojava dest bi çalakiyên cûrbecûr bike , pilansaziya 8’ê Adarê semîner ,şahî , meş,serdana gundan , dayîna daxuyaniyan û herwekî din di nava xwe de dihewîn e.

Rêxistina Kongra Star  li stadyoma 12’ê Adarê bi tevlîbûna bi dehan jin daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Bi felsefeya jin jiyan azadî emê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin, tevahî tevger , rêxistin û partiyên jinan bi degelarasiyonekê hevbeş helwestê jinan yê demê li hember kiriyar û êrîşê li ser nasname û hebûna sîstema xweser eşkere kirin, û bi yek dengî me û wan bi hevre soza bilindkirina têkoşîna xwe da û me bang kir kû wê tû rêjîm nikaribin jinan ji rola pêşengtiya şoreşa mirovahiyê ya guhertin û vegûhrtina demoqratîk piştguh bikê.
Li ser vî esasî ji vir û bi hêza kû îro li vir kombûye
Di serî de û di bîranîna giyan û xeyalê sembola berxwedana demê Ş.Denîz Çiya, Ş.feraşîn,Ş.Rojbîn û tevahî Şehîdan de. bi dilsoziya kû emê bibin şopdarê rêya Sekînayan,Arînan , evêsteyan, Salîha, jiyan û Zeyneban , 8`Adarê li Rêber APO û li tevahî jinan û kedkaran pîrozdikin.
Kongra Star tekez kir ku Em 8`Adarê pêşwazî dikin û diyardikin kû, ev roj ne roja şahiyeke ji rêzêye lê belê ji bo me roja tekezkirina têkoşin,serhildan û bilindkirina asta rêxistin û berxwedana li hember tevahî hişmendiyn desthilatdar yên kû dijminatiya nasnameya jina azadin dikin.
Herwiha destnîşan kir ku Jin bi dihê salane kû bi fedekarî, bi dayîna bedelê giran civak ber bi azadiyê ve bir û bûn pir ji bo pêkanîna aştî û demoqrasiyê, lê rêjîma demkî bi wehişiyetek pir mezin ya dijî pîvan û exlaqê mirovahiyê kû rêbaz û zehniyeta Da`şê temsîl dike êrîşî rol , misiyon , nasname , çand û hebûna jinan dikê, xwestin vîna me bi avêtina giyanê Denîzan û birîna keziya şervana kurd ya kû bi canê xwe yê ciwan rûmeta tevahî gel û jinên azad parast bi şkînin me qirbikin û ji rêya azadiyê dûrbixin.
Lê bi ruhê Şoreşa jin û bi baweriyek pir mezin bi serkeftina Aştiyê û gihştina demoqrasiyê em tegezdikin kû emê bi hûnandina keziyên keçên kûrd şerê qirkirin û tunekirinê yê li dijî gelê kurd tê meşandin vala derxin û destkeftiyê şoreşa xwe bi hûnandina keziya azadiyê xeyal , hêvî û baweriya jinên çîhanê yên kû bi şoreşa jin jiyan azadî bawerkirin vala nederxin û ne şkînin.
Di dawiyê de jî diyar kir ku Li hember tevahî kojerên jinan û civakê emê bi bin mertalên berxwedêr û ax, ziman,nasname , çand û rûmeta xwe biparêzin û bibin mîmarê jiyanek azad û wekhev.
Carek din bi boneya 8A`darê û bi ş`ara jin şoreşa rojava diparêzin , bi rihê kû emê li pirojeya Rêbertî xwedî derkevin, emê sîstema xwe misoger bikin, çalakiyê xwe yê Kantona Qamişlo eşkre dikin.

 

Li ser vî esasî:
– Di 1`Adarê de bi destê jinan tevahî bajar , rê û derî bi rengê jin tên xemlandin herwiha keziya 100 mitro jî wê werê hûnandin.
– Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala zêrîn ji bo piştgiriya YPJ wê rêze çalakiyên hunerî li navenda mihemed şêxo were lidarxistin.
– Di 2`Adarê de li bajarê tirbesipiyê li darxistina civîna jian.
– Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya tevgera jinên ciwan li darxistina rêze semîner û sineviziyon.
– Li bajarê çil axa disa bi jinên ciwan re daleqandina filêksên kû bi dest hatine xêzkirin.
– Di 3`Adarê de li piraniya bajaran rêze semîner wê bên dayîn, herwiha ziyaretkirina malbatan.
– Di 4`Adarê de li bajarê amûdê li darxistina civîna jinan.
– Jinên ciwan û kongira star bi hevre çûna gundê JINWAR.
– Li Qamişlo jinên ciwan wê semînera parastinê li 2 cihan bide.
– Herwiha berdewamiya ziyaretan u bendê parastinê di şev de silavkirin.
– Jinên ciwan bi zarokan re berdana balonê li ser wan hatiye nivsandin JIN JIYAN AZADI.
– Di 5`Adarê de li Dêrik meşa meş`aleyan. Herwiha jinên ciwan temaşekirina filim li wir.
– Li Girkê legê belavkirina Gûlan li kedkarên jin.
– Li tirbesiûiyê civîn.
– Li Qamişlo emşa meş`aleyan.
– Li amûdê dayîna semîneran.
– Di 6`Adarê de li Dêrikê li beldeya Koçeratan bi pêşengtiya jinên ciwan li darxistina moral .
– Berdana balonan bi zarokan re li dêrik.
– Li Qamişlo moral û nivsandina 8`Adarê bi mûmê di destê jinan de.
– Di 7`Adarê de li tevahî Şehdilikên Şehîdan bi malbatê Şehîdan re vêxistina mûman.
– Li Çil Axa belavkirina Gulan li jinan bi pêşengtiya jinên ciwan.
– Li Girkê legê meşa meş`aleyan.
– Li Amûdê daxuiyanî û kezî hûnandin.
– Di 8`Adarê de li darxistina du şahiyan li bajarê Qamişlo û li bajarê dêrikê.

Related Articles

Back to top button