ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star:YPJ Nasnameya Destkeftiyên Şoreşa Jin li Rojavaye

Li Kobanê jin di çaçroveya bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de de meşek ji bo piştgiriya YPJ`ê li dar xist.

Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meşek ji bo piştgiriya YPJ’ê li dar xist. Meş bi dirûşma “Bi hûnandina keziyên jinan, şoreşa mirovahiyê tê parastin” bi tevlêbûna bi sedan jinan, şervanên YPJ, Asayîş û endamên tevger û rêxistinên jinan li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir.

Di meşê de alên YPJ’ê û Kongra Star hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ`ê” , “Berxwedan jiyane”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd weguherî mitîngê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.  Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê Arîn Kobanê axivî û wiha got: “Di şexsê şehîdên jin de em  hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li hemberî giyanên wan ditewînin. Di şexsê YPJ`ê de em bûn hebûn û Kurditanî. Hemû jinên berxwedêr bê navber tê dikoşin. Em wek jinên Kobanê ji kela berxwedanê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin ku rêya azadî û berxwedanê nîşanî me daye. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên YPJ`ê dê li ber xwe bidin hata ku mafên me yên rewa di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.”

Arîn Kobanê anî ziman ku dê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û azadiya jinan têkoşînê bidomînin.

Mitîng bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” û”Bijî berxwedana YPJ`ê” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button