ÇalakîNûçeSlide

Tevgera Hîlala Zêrîn: “Bi Jin Jiyan Azadî Emê Destkeftiyên Şoreşa Jin Biparêzin ” em Henin

Di çarçoveya rêzeçalakiyê ji bo Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Tevgera Çand û Hunerê Ya Hîlala Zêrîn Çalakiyek Hunerî Li Ber Navenda Mihemed Şêxo lidarxist.

Ji bo Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê herwiha ji bo bicihkirina hêza jin di destûra nû ya Sûriyê de pêngaveke mezin ji çalakiyên cûrbecûr destpêkiriye.

Yek ji Rêzeçalakiyên ji bo piştgitiya Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ku îro di saet 11’an de Tevgera Çand û Huner Ya Hîlala Zêrîn li pêş navenda Mihemed Şêxo gelek stranên Hunerî pêşkêş kirin.
Beriya ku bername destpê bike di deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê Kordînasyona Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd bixêrhatina beşdaran kir û got.
Îro em wek tevgera Hîlala Zêrîn ya rojavayê Kurdistanê me jî xwest ku para me di pêngava ku jin şoreşê diparêze de , hebe .
Ji ber yê ku di şoreşa rojava de pêşengtî û parastin kiriye di komîn û saziyan de xebat daye meşandin heya roja îro jin e.
Tevî ewqas zehmetî û astengî li pêş jinan dîsa jî gav paşve neavêtin.
Îro pêwîstiyên me bi gavên herî mezin hene , banga rêber Abdullah Ocalan ji bo me heye ji bo ku em têkoşîna xwe xurt bikin.
Şêrîn tekez kir ku tê xwestin ne tenê di asta rojava de xebat bikin, lê belê di asta rojhilata navîn de , rojhilata navîn di aloziyeke pir mezin de dijî.
Herwiha da zanîn ku em wek xebatkarê vê tevgerê û vê şoreşê ji 2011’an de heya roja îro me ev destkeftî parast , pêwîste em dîsa jî heya ku ji me tê bi çi bedelî bibe bila bibe em destkeftiyên heyî biparêzin û mezin bikin.
Hêza YPJ’ê nasnama ne ye , eger di dewletekê de neyê qebûlkirin naxwe em hemî nayên qebûlkirin.
Di dawiyê de jî got YPJ’ê em in û em YPJ’ê ne.

Herwiha Minewer Xalid ya koma dayika ya şehîd Rîhan a Hîlala Zêrîn axivî û di vê rojê de endamên çand û huner û şervanên ku ta niha rûmeta me parastine silav kir û wiha pê de çû , destûrên ku dixwazin nasnama jinê ji holê rakin em ji wan re dibêjin em hene û emê li pişta şervanên xwe bin.
Di hemû şeran de em wek dayik piştgiriya şervanên xwe dikin emê hertim hebin û destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û gav li paş navêjin û li dora şervanên xwe kom bibin.

Celîla Xelîl jî destnîşan kir ku me bi şehîdan destpêkir emê bi wan jî bi serbikevin, em sozyarê YPG û YPJ’ê ne û ticarî ji dû vê dozê venagerin.
Hikûmeta demikî jinan di nav xwe de qebûl nakin, jinan di şoreşa rojava de gelekî li ber xwe daye têkoşîn kiriye û mohra xwe li dîtokê xistiye û gelek jin û zarok ji Daişê rizgar kirin e.
YPJ’ê heye û divê bê qebûlkirin , em li pişta zarokên xwe ne û kesê me qebûl neke em jî wan qebûl nakin.
Em wek jin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û xwedî lê derkevin.

Li pêş navenda çand û hunerê ya Mihemed şêxo hin tabloyên ku li ser keziyên jinan hatine wênekirin hatibûn dayîn , gelek kes li derdora taboyan civiyan û mêze dikirin.

Bernameya calakiyê bi lidarxistina şanoyekê ji aliyê koma Dêrsîn ya bajarê Hesekê têkildarî destkeftiyê YPJ’ê û giringiya hebûna wê ji bo tevahî jinên cîhanê, destpêkir
Paşên hin stranên şoreşgerî û YPJ’ê ji aliyê koma Hîlala Zêrîn ya Kantona Qamişlo hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de jî çend stranên gelêrî ji aliyê Hunermend Sumeya ve hatin gotin.

Related Articles

Back to top button