DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Dirbêsiyê Daxwaza Berdana Şervanan Kir

Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê daxwaza berdana şervanên ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve têne girtin kir û diyar kir ku divê ev pirsgirêk bi berpirsiyariya neteweyî û mirovî were çareserkirin.

Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê îro der barê dîlgirtiyên di destê komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl ên jinan, ji aliyê rêvebera Kongra Star Rexed Şihada ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku dîlgirtî û malbatên şehîdan sembolên rûmet û fedakariyê ne, lew ra  jî dive mafên wan ên qanûnî û mirovî werin parastin.

Kongra Star bang li rayedarên têkildar kir ku kanalên diyaloga cidî û berpirsiyar vekin û bêyî derengmayînê ji bo çareserina rewşa dîgirtiyan û malbatên wan tevbigerin.

Çalakiya xwendina daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Azadî ji girtiyan re” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button