
8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê, wekî qonaxek dîrokî ya gerdûnî tê ku rêwîtiyek dirêj a têkoşîna mirovahiyê li dijî şêweyên serdestî û cudakariyê vedihewîne.Ev roj ne tenê firsendeke pîrozbahiyê ya sembolîk e, lê belê kêliyek e ji bo hizirkirina rewşenbîrî û rexnegir li ser avahiyên civakî û siyasî yên ku di seranserê serdemên borî de têkiliya civakê bi jinan re birêve birine, û li ser asoyên rizgariyê yên ku hîn jî şikil digirin. Têkldarî vê mijarê Rêvberiya Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Silava Simo nirxandin kir .
‘8’ê Adarê berdewamiya têkoşîna jinan’
Silava Simo 8ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:” 8ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, lê roja têkoşînê ye, roja hebûna jinan e û roja parastina destkeftiyên şoreşa jinan e. Ev roj bi hêsanî nehat; ew bi saya têkoşîneke dirêj hat, û jin di wan salan de pêşeng û fedakar bûn. 8ê Adarê rojek e ku têkoşîna jinan ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û dadperwer bi bîr tîne. Ji ber vê yekê, em 8ê Adarê wekî berdewamiya têkoşîna jinan dibînin.”
‘Jinan wate û girîngiya 8’ê Adarê bi saya tevgera azadiya Kurdistan naskir ‘
Silava di dewama axaftina xwede destnîşan kir ku Şoreşa Rojava, ku bi pêşengiya jinan di hemû waran de hat meşandin, kokên xwe ji dîrok û berxwedana jinan digire û wiha anî ziman:”Em jinên Rojava, bi rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê dîroka 8ê Adarê û wateya wê fêr bûn û bi rêya wê me têgihîştina xwe ya li ser dîrok, nasname û hebûna xwe kûrtir kir. Ji ber vê yekê, em 8ê Adarê wekî rojek ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji êrîş û qirkirinê dibînin.”
‘her roj ji bo jinan 8’ê Adarê ye ‘
Silava balkişand li ser ked û berxwedana jinan di nava 15 salên Şoreşê e kir û got:”Piştî 15 salan têkoşîna bênavber, jinan her roj, 8ê Adarê, li dijî zîhniyeta otorîter a ku armanc dike îradeya jinan bişkîne, kirine rojek berxwedanê. Çalakiyên ku me kirine ji bo parastina mîrat û dîroka têkoşîna ku jinan heya vê gavê gihandiye . Îsal 8ê Adarê bi keziy jinan hate pîrozkirin, ev yek nîşan dide ku jinan bi yekîtî û hevgirtina xwe bi keziyê xwe veguherandine şoreşek nû. Îsal cuda bû, ji ber vê yekê me 8ê Adarê bi keziyê jinan li hemû tax û navçeyan xemland pêşwazî kir. “
‘Têkoşîna jinan ji bo parastina deskeftiyên Şoreşa Jin dewam bike ‘
Silava diyar kir ku jinan bi hevgirtin û tekoşîna xwe deskeftiyên Şoreşê biparêze û wiha anî ziman:”Em di serdemeke pir hesas re derbas dibin, û êrîşên hovane li ser maf û hebûna jinan hene. Ji ber vê yekê, hevgirtin û têkoşîn her tim dirûşmeya me ye.Rewşa ku jin di vê qonaxê de derbas dibin pir hesas e. Hebûna jinan di hemû waran de pir girîng e, lê em dibînin HTŞ’ê a cîhadîst reng û hebûna jinan red dike. Ev nayê qebûlkirin ji ber ku jinan bi têkoşînek dirêj destkeftiyên girîng bi dest xistine, û ev destkeftî nayên înkarkirin. Têkoşîna wan dê ji bo parastina van destkeftiyan berdewam bike.”
Silava got ku redkirina hebûna jinan redkirina têkoşîn û şoreşekê ye ku bi salan dom kiriye; bi têkoşîna xwe, jinan dengê xwe li seranserê cîhanê dan bihîstin û hevgirtin û yekîtiya xwe di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dan avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî :” Dem dema jinan e ,dema dema parastina deskeftiyê jinan ye “.



