
Bi ruhê 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanî, û di vê qonaxa hesas û dîrokî de ku destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava di bin gefê de ne,îro bi hezrarn jin ji kanton Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê , Kampa Waşokanî û Serêkaniyê mitîngek li dar xistin .Di mitîngê de malbatên kesên dîlgirtî amade bûn .
Piştî deqeyek rêzgirtin,li peyma Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya ku bi boneya 8’ê Adarê şand , hat pêşkêşkirin .Rêber Ocalan di peyamê de got ku gerek jin bikaribin bi awayek hîn çalaktir rola xwe bilîzin . Ev pêvajo pêvajoya azadikirina jin û azadikirina civakê ye , ji bo wê jin di pêşengtiyê de wê civakê bihevre bide hunandin.
‘Ocalan Rojava ji komkujiyan qezenc kir’
Paşî li ser nave Kongra star Elîf Hemo tekez kir ku Rojhilata Navîn şerekî dijwar û êrîşên berfireh dijî û Yê ku vî şerî rawestîne û aştiyê bîne rêber Abdullah Ocalan eû wiha anî ziman:”Ji bo rawestandina vî şerî, rêbertî banga aştî û civatek demokratîk kir.Me li Sûriyeyê gelek qurbanî dan û gelek li ber xwe dan, û ji bo rawestandina şer û pêşîgirtina li komkujiyên li Rojava,rêbertî di vê qonaxê de bi banga qonaxek aştî mudaxele kir.
‘azadîkirina girtiyan cidiyate pêkanîna peymanê nişan bide ‘
Elîf balkişand li ser peymana ku di navber Rêvberiya HTŞ’ê a cîhadîst û Fermandar Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û got:”Peymana ku hat kirin bi rêkûpêk nehatiye bicîhanîn, û heta niha jî, bi hincetên cûrbecûr, HTŞ’ê pêkanîna wê dirêj dikin.Ger niyeta wan bi rastî jî bidestxistina çareseriyek, jiyana hevbeş û demokrasiyê bûya, diviyabû wan meseleya girtiyan çareser bikira.
‘Emê her rojê bikin 8’ê Adarê ‘
Elîf da zanîn ku bê hebûna jinan Sûrî nayê avakirin û wiha axaftina xwe dewam kir :”HTŞ’ê a cîhadîst ji nasnameya jinan û nasnameya hemû pêkhateyên civakê ditirse , ji ber vê yekê divê em her rojê bikin 8ê Adarê.Divê mafên jinan di destûrê de werin garantîkirin da ku em karibin destkeftiyên şoreşê biparêzin. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina azadiya girtiyan bidomînin.Em dixwazin Hêzên Parastina Jinan bi fermî werin naskirin, û divê îradeya jinan di hemû waran de, di nav de Wezareta Parastinê jî, were temsîlkirin. ji ber vê yekê ji bilî rêya têkoşînê rêyek din li cem me tune.
‘Ez bavê xwe dixwazim ‘
Keça bi nave Şukriya Ebid El- Xenî ku bavê wê hatiye dîlgirtin bang û daxwza serbestkirina bavê wê kir û wiha got:” Bavê mi nexeweşe , ez bavê xwe dixwazin . Eger tiştek bi bavê mi were Rêvberiya Şamê berpirsyariya wê radike . Ewê hisabê şewata dilê me bide .”
Mitîng bi dirûşmeya “ Jin Jiyan azadî , Em Şehîd û Esîrê xwe dixwazin “ bi dawî bû .




