ÇalakîNûçeSlide

Di Mitînga 8ê Adarê jinan li Kobanê Daxwaza Serbestberdana Dîlgirtiyan Kirin

Di meşa li Kobanê bi munasebeta 8'ê Adarê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan hat kirin û hate gotin " Em ê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin".

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Jin Şoraşa Rojava diparêze” li qada Jina Azad dest pê kir. Jinan ku bi cil û bedên xwe yên kurdî beşdarî meşê bibûn bê navber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”,”Berxwedan jiyan e”,”Bijî berxwedana YPJ`ê” û”Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Meşê li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê Cûrî Temî peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8`ê Adarê xwend.

Pişte li ser navê tevgerên jinan ên Kobanê Rûken Ehmed axivî û wiha got: “Em 8`ê Adarê li mîmarê Azadiyê li Rêber Apo, jinên cîhanê, bi taybet jinên Rojava ên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têkoşîn dikin, pîroz dikin. 8`ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna li dijî neheqî û zordariyê ye. Bi saya vê berxwedanê, em ê bi ser bikevin û edalet, wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Hebûna me ya îro li vir bi saya keda şehîdan e. “

Rûken Ehmed banga serbestberdana dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û li ser têkoşîna jinan jî ev nirxandin kir “Berxwedana jinan di warên cûrbecûr de di lêgerîna azadî û demokrasiya rastîn de gihîştiye lûtkeyê. Lê dîsa jî şer û binpêkirin li dijî wan bi dawîn nebûye. Ev yek jî pêwîst dike ku têkoşîna femînîst ji bo rawestandina şer û binpêkirinên li dijî jinan were xurtkirin.”

Rûken anî ziman ku pêwîst e jin xwe bi bandortir rêxistin bikin da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin. Her wiha bang li jinên li çaraliyê cîhanê kir ku li dijî şer û pevçûnên ku mirovan û jinan hedef digirin dengê xwe bilind bikin û xwe ji wan biparêzin.

Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Sozdar Mihemed axivî û xwest ku dîlgirtî di zûrtirîn dem de werin berdan.

Di dawiya mitîngê de şano, helbest û stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.

Related Articles

Back to top button