
Kongra Star a bajarê Dêrikê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîngek li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer organize kir.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo 8`ê Adarê hat xwendin.
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif axivî û balkişand ser serkeftin û deskeftiyên jinan di şoreşa Rojava de û got jin di gelek aliyan de rolê xwe leyîst û divê deskeftiyên jin werin parastin.
Perwîn Yûsiv di berdewama axavtina xwe de wiha got:”Em di pêvajoyeke hesas ku Sûriyeyê û tevahiya herêm tê re derbas dibe Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Jin li hemberî hemû plan û êrişên li ser jin û gel têkoşîneke xurt kirin. Bi taybet şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina herêmê û jinan têkoşîn kirin û bedel dan. Em dixwazin hikûmeta demkî ya Sûriyeyê şervan û sivîlên di şer de dîl hatine girtin, serbest berdin. Em weke jin heyanî dîlgirtiyên şer serbest werin berdan, em ê tê bikoşin. “
Mitîng bi dirûşmên girêdayî jinan û dîlgirtiyên şer bi dawî bû.



