NûçeSlide

Bi Dirûşmeya “Azadî ji Rêber Apo re, Newroza Yekîtiya Demokratîk a Kurdan” Hat Pîroz kirin

Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi hezaran kes herikîn qadên Newrozê û bi dirûşmên "Azadî ji Rêber Apo re, Newroza yekîtiya demokratîk a Kurdan" Newrozê pîroz dikin.

Şêniyên Qamişloyê û gundewarên wê bi heyecan berê xwe daye qada Newrozê ya li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê.

Di pîrozbahiya Newrozê de endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2026’an li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Em Newroza 2026’an li hemû gelê Kurd û azadîxwaz pîroz dikin. Berxwedaniya ku bi salan dewam kir, ji bo parastina Newrozê û parastina wê, ewê bi wî rihê her ev berxwedanî û têkoşîn dewam bike. Li ser vê bingehê em cejna gelê xwe pîroz dikin û bi hêviya ku Newroz bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, rizgariya ji desthilatdariyê û avabûna welatek azad û serbixwe û bi hev re, di nava Kurdistanek azad de bijîn. 2 hezar û 830 sal e ku agirê Newrozê vêketiye. Çawa ku ev agirê Newrozê evqas sal vêketî maye, tevî desthilatdariyê ewê venemire û ewê tu kes nikaribe agirê me vemirîne. Em soz didin gelê xwe ku her sal wê bi çoş û heyecanek pir xurt newroz were pîrozkirin.”

Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û got: “Di vê roja nû de agir li her çar perçeyên Kurdistanê hat vêxistin. Bi berxwedana şehîdan û felsefeya Rêber Apo em gihîştine vê asta îroyîn. Gelek dewletên desthilatdar xwestin ku me tune bikin û rojên me qir bikin, lê bi felsefeya Rêber Apo û berxwedaniya gelê me nikarîbûn ku rojên me tarî û qir bikin. Gelê Kurd her dengê xwe bilind kir û got em hene û em ê hebin û bi wê rihê berxwedaniyê têkoşîna xwe dewam kirin û dengê wan kemê nebû. Gelê Kurd bi wê hêrsa berxwedaniya xwe ya salan Newroza xwe tevî şert û merçên giran pîroz kir û wê her tim pîroz bike.”

Paşê Koma Botan, Koma Şehîd Sakîne û Koma Şehîd Hêva stranên xwe pêşkeş kirin. Her wiha Koma Şehîd Welat a govendê dîlana xwe pêşkêş kir. Hunermend Sefqan Orkêş, Hunermend Danîş Botan, Hunermend Newroz Efrîn û Hunermend Raman Darî jî sitranên xwe gotin.

Her wiha Koma Şehîd Hîva, hunermend Daniş Botan, Koma Botan, hunermend Newroz Efrîn, Koma Şehîd Welat, hunermend Sefqan Orkêş, Koma Şehîd Sakîne Cansiz û hunermend Raman Darî derket ser dikê.

Xelkê bajarê Tirbespiyê û gundên herêmên Cereh, Aliyan û Sinceq berê xwe da qada Newrozê ya li gundê Derîcîk ê Tirpespiyê.

Qada Newrozê bi wêneyên şehîdan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatiye xemilandin.

Di pîrozbahiya Newrozê de dê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso û Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Xelîl baxivin. Her wiha Koma Şehîd Xebat, Koma Şehîd Rêwan, Koma Şehîd Sabrî, Koma Raman û hunermend Alan Rêbwar û hunermend Hojîn Herîs derkevin ser dikê.

Li bajarê Amûdê jî şêniyên bajar û gundewarên wê berê xwe daye qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar. Komîteya amedakar ji bo ku gel bikare beşdarî Newrozê bibe, 15 erebe eyar kiribûn.

Di bernameya Newrozê ya Amûdê de dê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve were dadan. Axaftin werin kirin û piştre Koma Agirî, Koma Serdem, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Mizgîn, hunermend Sîpan Agirî, hunermend Hemûde û hunermend Bilind hunerên xwe pêşkêş bikin.

Di pîrozbahiyan hemûyan de wê peyama Rêber Apo bê xwendin.

Related Articles

Back to top button