Arşîv

Meşeke biheybet li Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirkiyê

Îro Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Girê Spî ji bo piştgiriya hemleya Kongreya Star a bi navê “Xak û rûmeta xwe li dijî DAIŞ û dagirkeran biparêze” û şermezarkirina gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, meşek li dar xist.

Di meşê de bi sedan jin û ciwan, endamên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, nûnerên Kongreya Star û saziyên sivîl ên kantonê amade bûn, meş ji Çerxerêya El-Qefes dest pê kir û ber bi çerxerêya şaredariyê ya li navenda bajêr ve çû.

Li çerxerêya şaredariyê cîgira hevserokên Meclisa Navçeya Girê Spî û endama Kongreya Star axivîn û wiha gotin: “Em îro derketin meşê da ku em ji cîhanê re nameya xwe bişînin û bibêjin ku em bi hêz in û dikarin bi her şêwazî li dijî dagirkeran li ber xwe bidin. Em ji cîhanê re dibêjin ku em hene û kes nikare meşa têkoşîna rizgariya jinan bişikîne.”

Di dawiya meşê de beşdaran dirûşmên silavkirina berxwedana jinan berz kirin.

Back to top button