Arşîv

Li dijî şideta li ser jinan pêngavek hate destpêkirin

Piştî rêzeçalakiyên rêveberiyên jin ên herêmên ku nû hatine rizgarkirin ya bi dirûşmeya “Em bûn yek bi serketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na” Rêveberiya Jin biryara da ku çalakiyên pêngavê bi dirûşmeya “Em bûn yek bi serketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, ji şideta li ser jinê re na” bi daxuyaniyekê berdewam bike.

Bi dehan ji jinên bajarê Reqayê û gundewarên wê yên rojhilat, rojava û başûr li ber avahiya Rêveberiya Jin a Reqayê kom bûn. Endama rêveber a meclisê Meryem El-Ebo daxuyanî xwend û got: “Rêveberiya Jin a herêmên rizgarkirî di çarçoveya pêngava ku di 23`ê Tîrmeha 2019`an de bi dirûşmeya `Em bûn yek bi serketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na `ragihandiye, gelek çalakî pêk anîn. Ev çalakî li ser tevahiya astên leşkerî, siyasî û civakî bi serketin.

Ji ber wê pêngava me wê bi dirûşmeyek nû `Em bûn yek bi serketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin, ji şideta li ser jinê re na` berdewam bikin. Armanca çalakiyên vê pêngavaê tinekirina şerê taybet li ser civaka me ye ji zewaca ti temenê biçûk, pirkirina hevjînan û bikaranîna madeyên hişberî ne ku ji ber aloziyê û bermahiyên fikrê tundraw ê DAIŞ‘ê derketin.

Em dûr nabînin ku dewleta Tirkiyê bighêje armanca xwe û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Çawa li Efrînê kir wê bi bajarê me bike. Di vê hemleyê de em ê gelek çalakiyên çandî, meşên li dijî tunediyê di civakê de orgenîze bikin û gelek semînerên zanistî li dar bixin.

Hemleya me wê heya 25`ê Mijdarê roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê bidome.”

Back to top button