HevpeyvînNûçeSlide

Rewşen Reşîd:Zehmetiyê Şoreşê Çi Dibin Bila Bibin Emê Jin Her Şopdarê Rêbertiyêbin

yek ji hevjîna şehîdan ,Rewşen Reşîd ku ji salên despêkê tevgera azadiyê nasîn û du caran çû hevdîtina bi Rêber Ocalan re

Rewşen Reşîd wih behsa wan kêliyan kir û got,dema me serokatî û rêxistin naskir û me heval dîtin , bêhtir naskirina me ji rêxistinê re çêbû.
Ket sala 91’ê de 15’ê Tebaxê çêbû wê demê vexwendin rakirin ku kî were serokatî bibîne bila were em jî çûn .
Xuşk û hevjînê min li wê derê li Akadimiyê di perwerdê de bûn.Ji Dêrikê em du bas çûn û derbasî Lubnanê bûn em şevekî man li Lubnanê û roja din çûn cihê serokatî lê dima.
Em ji otombîlên xwe peya bûn hevalên li Akadimiyê jî hatin pêşwaziya gel kirin me yek bi yek silav li wan kir û derbasî holê bûn.
Hevalan got biçin xwe rihet bikin heyanî serokatî were, me jî heval dîtin me nîqaş û sohbet kir wê demê heval Sakîne Cansiz jî li wê derê bû.
Xuşka min got ku dixwazin heval Sakîne bibînin? Bavê min jî got em bibînin gelekî başe.
Sakîne nû ji zindanê serbest bibû û hatibû wê derê , Sakîne hat cem me Tirkî diaxivî xuşka min jî di nava me de bibû wesîla wergerê û me li ser hev dida naskirin wê jî kêfxweşiya xwe ku ewqas hejmara milet dît anî ziman.
Gotin li holê bisekinin heya serokatî were saet 11’ê êvarê serokatî hat em hemû jî li hêviya hatina wî bû ku dê bi çi rengî were û çavê me li rê ye.
Em hemû kom bûn ji bo ku civîn destpê bike hema me dît ku serokatî li ber me ye , me nizanî çawa hat di kur re derket.
Odeyek hebû serê wê vekirî bû dora wê lêkirî bû û pencereyeke mezin tê de hebû di hundir de serokatî sekinî û ji wir silav kire gel.
Serokatî êdî dest bi axaftinê kir , ji saet 11’an de ta 3’ê êvarê pir axaftin kir.
Piştî civîn bidawî bû gotin çi kesên ku xwedî otombîl bin bila vê êvarê bidin rê biçin malên xwe gelek xelk dane rê çûne malên xwe. Yê me , me bas kirê kiribû wê şevê em man gel hevala li hola Mahsûm Korqmaz .
Danê sibehê hevalan got wê serokatî disa civînê çêke em mane li hêviya wî ta saet 11’ê nîvro em li hev kom kirin û serokatî pir axaftinên ser gel,şoreşê û rêxistinê û gelek mijarên din kir.
Serokatî got ku gelek gelê me hene dibêjin serokatî naskir Ehmed Şenel Xayine Çima ew nekuşt, got min ji destpêkê de nas kir ku kesekî xirab e.
Lê ger min ew Kiriba wê demê wê gelê min gotiba kesin jêhatî ne serok wan ji pêşiya xwe dide aliyekî.
Heta ku heqîqeta wî hate xuyakirin gel hemî ew nas kir bêyî ez destê xwe bidimê ew bixwe hate kuştin.
Gelek persên milet jî bibersiv dikir, gotin bila milet rêza xwe çêke silav bidin serok û biçin.
Serokatî jî yek bi yek me silav kir min jî ew silav kir keça min Salîhe li piyê min bû temenê wê sal û hinek bû dema min serok silav kir destê xwe li pişta keça min da û got “Ev zarokê şoreşê ne”
Piştre em hatin malê kesên bi mereq hatin cem me gotin we çawa serokatî dît çi got we , me jî tişê ku me dît û bihîst ji wan re got.
Ya girîng ji me re ew e ku çi gotinên ku serokatî dibêje em pêk bînin û li dû xeta wî bin û ji bo xizmeta vî gelî tevbigerin.
Rewşen wiha Domand bi derketina serokatî û bi fikir û felsefaya wî em wekî jin me nû xwe naskir, me azadî ne ji Mala bavê xwe aniye , me ji xeta serokatî girt.
Serokatî dibêje min karê jinê di nêvî de hişt pêwîste jin karê xwe dewam bike.
Rewşen bibîrxist ku di 97’ê de çû gel serokatî û wiha pê de çû wê demê hevala hejmarek ji me vexwendin û çûn gel serokatî.
Serok her carê jinek ji me radikir û pir jê dikir ku kî ye ji kur e da ku ji me re were diyarkirin ku di nava şoreşê de pêkhate û olên cur bi cur hene.
Hevaleke jin rakir pirsa nav û cihê jidayikbûnê kir , got ez ji başûrê Kurdistanê me ji şeqlawa me , serokatî got hevalno bizanin şoreş hemî rengan di nava xwe dihewîne şoreş şoreşa gela ye.
Civîna serokatî di 97’yî de hemû li ser nirxandinê gel bû , kesê ku kar dike ,çawa kar dike, çawa derbasî malan dibe , çi kemasiya dike çi serkeftina dime .
Rewşen di dawiyê de got ya girîn ku em li pey xeta serokatî û şehîdan bin û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin .
Wek jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi bikeve ser milê me em xwe nadin paş.

Related Articles

Back to top button