
Di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Heveş a Teveger û Rêxistinên Jinan des bi kampaniya piştgirya YPJ’ê kir .Jinên Rojhilata Navîn ji welatê Misir, Lubnan, Sûdan û Yemen bi eşqekî mezin ji bi piştgirî bidin hemleya ku hat raghanidn , name nivsandin . Îro şadeyek ji Akadmiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn ku ji 6 kesan pêk tê serdana Navenda Fermandariya YPJ’ê kir.
Berdevka Akadmiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zahîde Mamo da zanîn ku serdana wan ji fermandariya YPJ’ê ew e ku name bighêje cihê xwe û wiha anî ziman:” Îro me serdana Yekîneyên Parastina Jinan dikin da ku peyamên jinên Rojhilata Navîn, ku bi evîn û spasdariyê hatine nivîsandin, ji bo piştgiriya hêza YPJ’ê bighînin we . YPJ’ê bi zanist û rêxistinbûyîna xwe xwedî bandorek mezin li tevahî jinên cihan kir lewma îro her kes erkekî xwe wicdanî dibîne ku piştigirî bidê .”
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ ‘ê Rohilat Efrîn spasî ji jinên ku piştgirî didin hêza xwe kir û got:”Armanca vê şoreşê parastina giyanê demokrasiyê, wekheviya zayendî û azadiya jinan e. Şoreşa panzdeh salan bi navê jinan hate kirin, şoreşa yekem di dîroka Kurdistanê de ku panzdeh salan dom kir. Em ê nirxa vê şoreşê ji bîr nekin û em ê wê biparêzin.”
‘YPJ’ê ji hêla civak û tevahî jinan pîvana herî bilind tên pejrandin ‘
Rohilat Efrîn tekez kir ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ji hêla civak û raya giştî ve wekî pîvana herî bilind têne pejirandin û divê hikûmet vê yekê binirx bibîne û wiha dewam kir :”Kes şer naxwaze û xeteriya ku li ser jinan tehdît dike hîn bi dawî nebûye. Parastin pêwîst e. Jin beşek girîng a vê entegrasyonê ne û gavên ku têne avêtin rola wan a guncaw nadin jinan, û ev nayê qebûlkirin. Derxistina me ji vê pergala nû xeternak e. Têkoşîna me dê berdewam bike. Ger hêza jinan wekî parastin neyê nas kirin , wê demê mafê jinan nayê misoger kirin .”
‘YPJ’ê dê şewqek bide Sûriyeyek nû’
Rohilat Efrîn got:”Em wekî YPJ’ê li ser mîrateyek dîrokî ya hezar salî hatine ava kirin da ku îro bibin hêza jinan a li ser rûyê erdê.Înkarkirina hêza jinan, înkarkirina mafên wan e.Em li welatekî dijîn ku aramî lê tune ye, ji ber vê yekê parastin pir girîng e.Armanca me ew e ku em parastina gelê xwe li herêma xwe bikin. Em hêzek parastinê ya bi tevahî ji jinan pêk tê. Hebûna vê hêzê dê şewqek bide Sûriyeyek nû.
‘Rêxistinbûyîna jinan çeka herî bi hêze ‘
Rohilat Efrîn balkişand li ser rêxistinbûyîna jinan ku çeka herî mezin ya hebûnê ye û wiha anî ziman:”Em peyama ku we ji Rojhilata Navîn anî teqdîr dikin, ji ber ku îro tevahiya cîhanê meraq dike ka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) çawa dê hebûna xwe biparêzin. rêxistinên jinan bihêz be , hevgirtî be ew çeka herî bihêz in.Têkoşîna jinên rêxistinkirî li dijî zîhniyeta serdest divê bi hêz berdewam bike.”
Li gorî agahiyan dê YPJ’ê di rojên pêş de bi daxuyaniyekê bersiva nameyan bide .




