Sewsen Şoman Çalakvana lubnanî peyama piştgiriyê pêşkêşî YPJ`ê kir
Çalakvana lubnanî Sewsen Şoman piştgiriya xwe ji bo têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin nîşan da û diyar kir ku hewldanên ji bo dûrxistina wan an jî înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna di saziyên fermî yên Sûriyeyê de paşveçûneke xeternak a prensîbên edalet û wekheviyê ye.

Çalakvana ji Lubnanê û berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Rêber Ocalan Sewsen Şoman hevgirtina xwe bi têkoşîna YPJ`ê re ragihand û bang li rêxistinên jinan kir ku li kêleka YPJ`ê bisekinin.
Di peyamekê de ku ji YPJ`ê re hatiye şandin, Sewsenê got: “Ez Sewsen Şoman im ji Lubnana birîndar. Ez hevgirtina xwe bi têkoşîna şervanên jin ên di YPJ`ê de radigihînim, ku li dijî terorê û parastina rûmeta mirovan û azadiya civakan de qurbaniyên mezin dane.”
Sewsen Şoman destnîşan kir ku ezmûna şervanên YPJ`ê îspat kiriye ku parastina ax û azadiyê ne tenê qada yek zayendê ye, lê belê maf û berpirsiyariyeke hevpar e. Sewsen lê zêde kir ku hewldanên dûrxistina jinan ji vê rolê, an jî înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna di saziyên fermî de, paşveçûnek xeternak a prensîbên edalet û wekheviyê ye ku gelên herêmê ji bo wan tê koşiyane.
Sewsenê di dawiya peyama xwe de bang li rêxistinên jinan, ên mafên mirovan û yên akademîk kir ku li kêleka



