HevpeyvînNûçeSlide

Firyal Osê: Rêbertî Dema Borî ,Kêlî û Pêşeroj Di Kesayeta Xwe de Dihewand

yek ji jinên kedkar û fedekar bi salên dirêj di xizmeta tevgera azadiya jin û gelê xwe de ked daye, Firyal Osê bi rixmî tendirustiya wê dest nedida lê ticaran ji girêdana bi Rêbertiyê re gav paşde neafêt.

Endama Kongra Star a karê wergerê Firyal Osê wiha behsa bîranîna xwe ya dîtina serokatî dike û got di sala 1991’an de berî wê me wek çalakiyekê di nav gel de dimeşand min pir dixwest ez herim gel serokatî û min israr kir di 1991’an de em derbasî hola serokatî li Lubnanê bûn.
Em çûn da ku tevlî perwerdeya serokatî ya Mahsûm Korqmaz bibin, ji min re hêviyekî pir mezin û bi moral bû dema em bi rê ve çûn min pir dixwest ez serokatî bibînim.
Dîtina perwerdeyekî li gel serokatî tiştekî pir girîng e , destpêka ku serokatî hat û derbasî akadimiyê bû em tev derketin holê û me pêşwaziya serokatî kir.
Dema rêbertî hat min ji xwe re got gelo ev xewn e , xeyal e an rastiye ?!
Serokatî em yek bi yek silav kirin û derbas bû em jî belav bûn û çûn perwerda xwe bibînin.

Firyal da zanîn ku di hemû demê de rêbertî em perwerde dikirin û waneyên siyasî û ên cur bi cur pêşkêşî me dikir.
Wekî kes min , min pir moral ji serokatî girt gelek girîngî dida jinan piras wan kirin , asta wan ya perwerdê de weke hevalê jin xweser bi me re nîqaş dikir.
Hemû agahiyê me girt û nas kir.

Firyal da zanîn ku kesayeta serokatî kesek wek min nikare heq bidê, serokatî pir nirx dida jiyanê roja wî tev ji dema rabûna wî ta razanê tev duristkirî û bi sîstem bû.
Hertiştek wextê wê didayê , kesayeta serokatî tayebete zû bi zû di dîrokê de dernakevin , tevî ku seroke hingî rehet bi mirov re ye taybet wekî jin mirov dikare rehet rehet pê re nîqaş bike ye.
Serokatî pir bi heybet bû ji gotinekê kesayeta mirov pir analîz dikir, yekser kes ji hemû aliyan tehlîl dikir .

Herwiha Firyal diyar kir ku min ewqas kesayetên dîrokî ,rêberê şoreşan yên navnetewî û xwecihî xwendin , lê belê taybetmendiyê di serokatî de heyî di ti kesayeta ji van kesan de peyda nebû.
Tiştê ku serokatî di axaftinê xwe de digot ji bo pêşerojê hertim pêk dihatin.
Rewşên li rojhilata navê çi li ser asta dunyayê bûyer berî qewimandina wê danî ziman.
Min û hevalê xwe digot ger azadkirina Kurdan ji bidestiyê hebe dê li ser destê serokatî be.
Dema em sibehê radibûn sport me didît ku çawa serokatî ji bazdan û sport vedigere , hertim werzîş dikir ,em nû diçûn ew vedigeriya jî.
Hingî em bi serokatî ve hatibûn girêdan min nedixwest ez ji akadimiyê vegerim tevî ku serokatî ne hertim li gel me bû jî lê her cara me ew didît me ewqas moral digirt.
Tiştekî tu bi çavan nebîne lê dihişt tu ewqas bi jiyanê û şoreşê ve were girêdan bi coş xebat bike.
Min ji bo hîn bêhtir serokatî bibînim pêşinyar kir ku careke din tevlî perwerdê bibin , serokatî jî qebûl kir.
Wî qet ne wek serok bi şerwanê xwe re tevdigeriyê û xwe peybilind nedikir , ewqas bi şervanê xwe re heval bû.
Bi dîlgirtina serokatî bi rastî ji me re roja reş bû min hinekî serokatî nas kiribû û min zanîbû ne we e yê ku di zindana de xweradest bibe yan îrada wî were şikenandin.
27 sale serokatî di zindanê de yê lê fikirê wî li tevahî cîhanê belav bûye ev jî ticarî di dîrokê de nehatiye kirin.
Rêbertî ji me azadtire me naskir ku azadî ne bi fîzîkîye lê bi fikir e.
Di destpêka şoreşa rojava de , hîş şer nebû rêjîm hebû nihk haval jî hebûn agahî ji serokatî hat got xwe biparêzin.
Wê demê ez tirsiyam min zanîbû ne ji xwe de ev agahî da diyar e wê tiştek çêbibe , gotibû şervana perwerde bikin , hêzekî leşkerî çêbikin û xwe biparêzin.
Min mereq dikir wê çi biqewime , rastî piştî demekê şerê Cebhet Alnusra destpêkir paşê Daiş û ta roja îro.
Pirtûkên serokatî di nav gel de bûn ronîkirina rê li pêşiya geli de , gel êdî roj û ronahiya xwe di îmraliyê de didît.

Dewleta Tirk  ji analîzê serokatî pir sûd werdigre  û bêyî pirtûkên wî tiştekî nake bi awayekî ku xwe jî xwe li ser piya bigre li hemberî tedbîrê serokatî tedbîran derxîne ew hertim pirtûkên serokatî dixwînin ku çawa di zindanê de ev gel bi rêxistin kiriye.
Firyal di dawiyê de tekez kir ku heya em li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin dê tikes nikaribe îrada me bişkîne û berxwedana me qels bike .

Related Articles

Back to top button