‘Felsefeya Ocalan sînorê keleha desthilatdariyê ku ji jinan re xêz kiribû hilweşand ‘
Endama Komîteya Edaletê ya Girkê Legê Esma Samî tekez kir ku hilweşîna Rêjîma Baas di sala 2025’an de encamê ked û têkoşîna jinan ya salên 90’î ye û got:” Felsefeya Ocalan ji bo me bû hêza hilwşîna sînorê ku dewlet ji bo jinan dabû ava kirin, kir.”

Gir Gêlekê-Di salên 90 de li ber jinên Rojavayê Kurdistan şenseke dîrokî hate ku karibin Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bibînin . Rixmî êrîş û zexta rêjîmê a dijwar her wiha sînorê ku desthiltdarî di riya keneşopiyên civakê ji jinan re hatibû dayîn . Jinan wî sînorî şikand û berê xwe Lubnanê.
Esma Samia yek ji wan dayikan e ku di 15ê Tebaxa 1991an de bi rêber Ocalan re hevdîtin kiriye û Esma jinek pêşeng ya Şoreşa jin ye , di salên 90’î de ji bo tevgera Azadiya Kurdistan kar dikir û heya roja îro jî di komîteya Edaleta Giştî de cih digre .
‘Fikirê Ocalan di jinan de hêzek da avakirin ku sînoran hilweşîne ‘
Esma diyar kir ku fikir û ramanê Ocalan hişt ku jinan sînorê ku dewlet ji jinan re daye çkirin bişkîne û wiha anî ziman :”Dîrok şahidiya gelek şoreşan kiriye, lê mafên jinan nehatine bidestxistin. Di wan şoreşên berê de, jin ji aliyê desthilatdarên serdest ve di malê de hatibûn girtin. Ew di nav çar dîwaran de dijiyan, li çolê dixebitîn û di hemû aliyan de kole bû . Di salên 1990î de, dema ku em bi ramanên Ocalan re nas bûn, em jin bi dizî li malekê dicivîn da ku guh bidin gotinên rêbertî. Me belavokên wî dixwendin. Dema ku em ji malê derdiketin û sînor derbas dikirin, ew ji bo me wekî ziyaretekê bû. Ji seranserê Sûriyeyê, em di 15ê Tebaxê de ber bi Lubnanê ve çûn.
‘Dîtina Ocalan Şensekî dîrokî bû’
Esmayê di dewama axaftina xwe wiha got:”Dema em gihîştin Lubnanê, em çar rojan li maleke Êzîdiyan man. Malbata Êzîdî ji ber fermana Sedam Huseyîn li dijî Êzîdiyan neçarî koçberiyê bûn , rêxistinê berpirsiyariya lênêrîn û bicihkirina wan li Lubnanê girtibû ser xwe.Di roja 15’ê tebaxê şahî hate kirin û cih tune bû ku mirov lê tevger bike ji ber ku ji seranserî Sûriyê hatibû wir .Dema ku rêbertî gihîşt, ew bi saetan sekinî û axivî .Em pir kêfxweş û bi heyecan bûn.Me bawer nedikir ku em ê rêbertiya xwe bibînin. Wê demê me karê cebhewî dikir û zarokên me yên biçûk hebûn. Ji bo jinekê fersendeke dîrokî bû ku ji mala xwe derkeve û biçe Lubnanê da ku bi Ocalan re hevdîtin bike. Me ew li Akademiya Şehîd Masum Korkmaz dît û em ê wan kêliyên dîrokî qet ji bîr nekin.”
‘Axaftinên Rêbertî li ser şiyarkirina jinan bû’
Esma balkişand li ser axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oaclan ku tekezî li ser şiyarkirina jinan dikir û wiha dewam kir :”Ez çûm ba Serok û silav lê kirim.Serok behsa dijmin û pêwîstiya xwerêvebirinê û hebûna îradeyek xurt ji bo jinan kir. Ocalan dixwest jinan şiyar bike, ji sînorkirinên li ser wan hatine ferzkirin xilas bibin û ji bo xwe bijîn.Wê demê, em nekarîn xwe îfade bikin an jî xwe binirxînin.Ez dayikekê tînim bîra xwe ku hewl dida bigihîje Serok. Ew berê xwe da wê û got, “Bila were.” Dayik bi zehmetî dimeşiya, ji ber vê yekê Serok heta ku ew gihîşt wî hembêz kir, rûyê wê maç kir. Ez pir bandor bûm. Wê demê, me şerm dikir, û min ji xwe re got, “Eger hêza wê dayikê li ba min hebûya, min dikarîbû rêberê xwe hembêz bikim.Xwezî me wê demê di fikir û ramanê Rêberê xwe kûrtir bana , da ku em bikaribana hêz û cesareta xwe ya îfadekirina ramanên xwe bikra .”
‘Encamên keda ji salên 90 ‘î de rêjîma Baas hilweşî’
Esma destnîşan kir ku hilweşîna rêjîma Baas ji encamê ked û têkoşîna jinan ya bi sala ye û wiha dewam kir :”Wekî jin, me pabendbûna xwe ya ji bo perwerdehiya xweser, fêrbûn û rêxistinkirinê nû kir.Wê demê, me hêza xwe ya ji bo rêxistinkirinê ji têkoşîna hevala xwe Sakîna girt, û em bi biryardariyek nû vegeriyan Sûriyeyê û dest bi xebatek cidîtir kirin.Em çûn çolê karê çinîna nîsk, pembo û Hwd…ji bo rêxistina xwe, ji ber ku me her gav wekî koleyên dewletê xebitîbû, lê vê carê kar ji bo xwe, ji bo rêxistina me bû. Ji ber vê yekê em bi evîn û coş çûn çolê, û me kar bi dil û can pêk anî.Berê, em ji dewletê ditirsiyan. Her cara ku me leşkerek didît, em bi tirs tijî dibûn. Lê piştî fêrbûna felsefeya Ocalan, me hêz girt û xwe li dijî wê birêxistin kir. Îro, di encama têkoşîna me de, rejîm hilweşiya.
‘Emê Aşîtiyê misoger bikin ‘
Esma banga pêkanîna gavên girînivaka demokratîk kir û wiha dawî li axaftina xwe kir:”g ji bo aştiyê û ”Di vê têkoşîna berdewam de, dayikên me, ku niha di heftê saliya xwe de ne, taxa xwe diparêzin.Me gelek komkujiyan tehemûl kir, koçberî dît, êrîş li ser me çêbûn û bedelên giran dan. Qelenê welat bê guman bedelek giran e . Em di qonaxek dîrokî de ne. Me welatê xwe bi xwînê ava kiriye, û em ê ranewestin heya ku Rêbertî fîzîkî azad bibe .Rêber her gav banga aştî û civatek demokratîk dike, lê dijminê me yê xeternak naxwaze aştî li seranserê cîhanê belav bibe. Lêbelê, bi saya dayikên me yên welatparêz, em ê bersiva banga Rêbertî bidin û aştî misoger bikin.



