
Endama navenda Jineolijî ya Kantona Hesekê Şehîd Malda Kûsa di 4 Gulana 2019’an ku dema ku li ser erka xwe bû di Encama Erîşên DAIŞ’ê ku li navbera rêya bajarê Hesekê û kampa Hol’ê Mayîn kiribûn, gihşt asta şehadetê . Bi boneya 7’ê mîn salvegera Şehadeta Endama Navenda Jinelojî ya Kantona Hesekê Malda Kûsa, salvegera wê bi merasîmekê li goristana Şercî hate bibîr anîn.
Bi boneya 7’e mîn salvegera Şehadeta Malda îro li goristana Şercî ya bajarê Hesekê ji aliyê Navenda jineolojî ve ya Kantona Hesekê û Qamişlo , Kongreya Star ,malbat û rêhevalên Şehîd Mlada bi merasîmekê hate bibîranîn.
‘Malda xwedî kesayetek bi hêz û hezkirî bû’
Piştî deqyek rêzgirtin , Endama Akademiya Jineolojî ya Kantona Hesekê Nezha Dahir sersaxî ji malbat û rêhevalên wê xwest û wiha got: Şehîd malda xwedî kesayetek bi hêz bû, ji bo pêşxistina zanista civakê rojane li ser kar û xebat bû. Di Akademiya Jinelojî de xwedî rolek pir girîng dilîst û perwerde dida . Malda di dilê her kesî de xwedî cihekî tayebet digre . Me ji hêza şehîd Malda hêz girt û em wê mînak dibînin.Îro em ji bo guhertin û veguhertina hişmendiyê xeta şehîd malda dişopînin û emê di riya zanista jin civakek azad û demokratîk ava bikin .”
‘Şehîd Malda bi xebatê xwe zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê têk bir ‘
Her wiha Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Cîhan Xalid tekez kir ku Şehîd Malda bi xebatê xwe zihniyeta çeteyên DAŞ’ê têk bir û wiha axaftina xwe dewam kir :” Di kesayeta şehîd Malda de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Rêheval Malda bi ked, hewildan û lêkolînên xwe nîşan da ku zanîn û zanista ku bi çanda berxwedanê û jiyanê bi wate were hunandin, wê bibe çavkaniya jiyana rastîn. Bi xebatên xwe zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê têk bir. Her tim ji xwe re têgihiştina netewa demokratîk bingeh girt û bi her awayî xwest ku vê bigihîne hemû jin û gelên herêmê û jinên kurd, ereb, aşûrî-suryanî û ermen. Em jî wekî rêxistina jin şopdarê xeta Şehîd Mlada ne û em tu carî îrdae , fikiir û cesareta wê ya ciwan jibîr nekin .”
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Na mirin “bi dawî bû.
Li gorî agahiyan dê sibe rê heval , malbat û hezkiriyê Şehîd Mlada Kusa li Akadmiya Jineolojî ya Qamişlo merasîmek bi heyvbet di seat :10:00 ‘an de were li dar xistin .




