HevpeyvînNûçeSlide

Rohat Xelîl : Têkoşîna me Dewam Dike, Yek Gav Paşve Avêtin Tune ye

Seroka Desteya Jin a kantona Cezîrê Rohat Xelîl têkildarî giringiya hebûna YPJ'ê di destûra nû ya Sûriyê de diyar kir ku ewê tucaran ji têkoşîna azadiya jinan gav paşve neavêjin.

Seroka Desteya Jin a kantona Cezîrê Rohat Xelîl têkildarî giringiya hebûna YPJ’ê di destûra nû ya Sûriyê de wiha axivî û got hebûna YPJ’ê di pêvajoya ku em tê de derbas dibin çiqasî giringiya wê heye bêgûman herkes dizane êrîşên hovane ên ku li ser herêmên me hatin pêkanîn ji destpêka şoreşê ta roja îro, di hemû aliyan de wê demê pêwîstî hebû ku jin xwe birêxistin bikin û hêzeke xurt ava bikin karibin berevaniyê di ber azadiya xwe û rûmeta xwe de bikin.
Em YPJ’ê ne tenê wek hêzeke leşkerî dibînin, lê belê guhertinek civakê hat çêkirin, edaletek civakî hat pêkanîn , jin ji qonaxekê birin qonaxekê din, jin bû çêkirina biryarê,rêveber bû sembol ku navê wê di cîhanê tevahî belav bibe ku çawa karîbû li hemberî êrîşên herî hovane berevaniyê bike.
Wek rêxistinbûna jin di hundirê YPJ’ê de giringiya wê pir hebû di van salê şoreşê de û ta niha jî.

Rohat diyar kir ku destkeftiyê me yên ku di vê şoreşê de hatin bidestxistin parastina wan ji aliyê YPJ’e hate kirin , destkeftiyên çêbûn bi saya vê hêzê bû.
Wek jin cihê xwe di hemû qadan de di aliyê leşkerî, rêveberî, civakî û diplomasî de girt, bi her awayî jin bû pêşeng û mohra xwe li dîrokê xist.
Nimûneya rêveberiya xweser çawa jin tê de pêşeng bû nimûneyek herî serkeftî bû û karîbû ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî bibe çareserî.
Neqebûlkirina YPJ’ê di hundirê sîstema hikûmeta demikî ya Sûriyê de ne tiştekî biyanî ye, ji ber ku jina ku wekheviyê,edaletê û xwe isbat kiriye di pêvajoya heyî de helbet ne li gorî firkir û daxwazên kesên desthilatdar û yê dixwazin edaletê pêk neynin ji ber vê yekê ta niha YPJ’ê nehatiye erêkirin .

Rohat tekez kir ku dê têkoşîna me dewam bike , yek gav em paş de bavêjin tune ye ji ber bi hezaran qurbanî hatin kirin rastî jî ev hêz bû metirsî ji cîhanê tevî re û ji kesên ku tenê bi berjewendiyê xwe difikirin re .
Ji tirs û kêmasiya hundirê wan me dît ku çawa destdirêjî li ser termê şervana dikirin û keziyê jinên me qut dikirin ta ku ji raghandinê re derxin ev hêza ku hebû me şikand.
Lê ew nizanin dema ku rewşek wisa rû dide bi sedan hîn zêdetir girêdana xelk û zarokên me bi ax , şehîd û hêza wan çêdibe û bêhtir hêza me berfirehtir dibe.

Rohat wiha domand,ne mumkine qet ku em ji nasnama xwe dûrkevin, ji ber em YPJ’ê ne hêzek leşkerî dibînin lê hebûna me jinan bixwe ye,lewra ji bo piştgitiya Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê kampanyak ji aliyê platforma çalakiyên hevbeṣ a tevger û rêxistinên jinan destpêkir ku tê de ev çalakî hene: nivîsandina nameya ji hemû rêxistin û tevgerê jinan,gengeşeyê di riya zûm , şahiyên mûzîkî bên li darxistin, lidarxistina pêşengehekê tê de wêneyên şervanên şehîd ên ku bûn nimûne ji cîhanê re, lidarxistin şanoyan li kolanan.
Nîqaş û lidarxistina komxebatan bi parêzeran re ji bo piştevaniya Ypj’ê , hazirkirina dosyayên sûcên şer ên ku hatin kirin bên nivisîn, aktîfkirina yekîtiya jinên Kurd ê Kurdistanê , meş li Sincarê, civîn di navbera YPJ, YPG de, meş û çalakî li tevahî bajarên rojava, civîn di navbera hemû rêxistin û tevgerê jinan de.

Rohat di dawiyê de got ku hewce Naka ku em ji kesekî re bêjin tevlî me bibin ji bet nasname û hebûna me YPJ’ê ye .
Ger ew nebe em jî tune ne , ji bo vê jî her kes ji aliyê xwe de di perwerde, aborî, civak , komîn û rêxistinên jinan de piştgiriya YPJ’ê ji me tê xwestin .
Bêguman eger YPJ’ê nebe wê şerê me dewam bike û têkoşîna xwe xurtir bikin.

Related Articles

Back to top button