Fereh Abdullah :Divê YPJ`ê Wekî Hêzek Bingehîn Werin Naskirin
Parêzer û çalakvana mafên mirovan a lubnanî Fereh Abdullah diyar kir ku paşguhkirina rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di her çareseriyeke siyasî ya siberojê de li Sûriyeyê binpêkirinek mafê jinan e. Fereh anî ziman ku divê YPJ`ê bibe beşek naskirî ya her peymaneke siberojê, di heman demê de statu û nasnameya xwe ya serbixwe wekî rêxistineke jinan were parstin.

Parêzer û çalakvana mafên mirovan a lubnanî Fereh Abdullah piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê ragihand
Fereh Abdullah bi rêya nameyekê diyar kir ku beşdariyên şervanên YPJ`ê ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar e, lê rolek bingehîn ji bo jinan di parastina civakê û têkişîna li dijî terorîzmê de nîşan dane.
Fereh da zanîn ku her hewldanek ji bo paşguhkirina rola YPJ`ê, bi taybet di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya siberojê ya Sûriyeyê de tê wateya kêmkirina mafên jinan û têkoşîna wan.
Fereh xwest ku YPJ`ê wekî statuyeke bingehîn a her çarçoveyeke siyasî ya siberojê were naskirin, di heman demê de avahî û nasnameya wan a serbixwe wekî rêxistineke jinan were parastin.
Parêzer Fereh Abdullah diyar kir ku misogerkirina beşdariya jinan di saziyên parastin û ewlehiyê de li gorî prensîbên edalet û wekheviyê mafekî rewa ye.
Fereh Abdullah bang li hemû rêxistinên jinan û mafên mirovan kir ku helwestek zelal bigirin û ji bo misogerkirina beşdariya jinan di hemû pêvajoyên siyasî de, li gorî rola wan a rastîn di avakirina civakek dadperwer de, bixebitin.



