
Şehîd Malda ya ku ciwantiya xwe di xebata jineolojî û dayîna waneyên têkiladarî dîroka jin de qedand , îro di 7’mîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê heval ,hogir û malbata xwe hat bibîranîn
Malda li Akadimiya Jineolojî ya bajarê Qamişlo hat bibîranîn.
Çalakiya bîranînê di saet 11’an de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpêkir .
Di serî de bixêrhatina beşdaran ji aliyê endama Akadimiya Jineolojî Robin Mûsa ve hate kirin .
Paşê axaftin ji aliyê dayika şehîd Elî ve hate kirin di serî de sersaxî ji malbata şehîd Malda re xwest û got ku şehîd malda hevalek jêhatî bû lê mixabin ew jî tevlî gelek hevalên me yê giranbuha bû û gihişt asta şehadetê , dayika Elî balkişand ser ku çi entegrasyon çêbibe pêwîste em şehîdên xwe jibîr nekin û xeta Maldayayan bişopînin da ku xewn û xeyalên ku li ser canê xwe feda kirin pêk bînin û bighên armanca xwe.
Herwiha Zehrîban jî axivî û got ku şehîd Malda bû sembol ji jinên jineolojî re hertim Malda di lêgerîna ez kî me , ez çi me , jinên azad kî ne çi dikin û gerekî çibikin de bû
Zehrîban diyar kir ku şehîd Malda ji bo civak azad bibe , jin rizgar bibe û jineolojî pêş bikeve her di xebatê de bû, raste hevala me bi temenê xwe biçûk bû lê belê me hêza xwe jê girt û hişt ku heya niha em ji xwe bipirsin ku çawa bi wî temenê biçûk karîbû barekî wisa giran hilgire .
Herwiha tekez kir ku em bi saya şehîd Malda û rêhevalên wê îro di jineolojî de kar û xebat dikin û dê hertim şopdarê wan bin.
Piştre apê şehîd Malda yê bi navê bavê şehîd Rênas behsa jiyana Malda kir û wiha pê de çû şehîd Malda sêribê jinên malbatê tevlî nava xebatê rêxistinê kir û malbat kir dostê vê tevgerê.
Di her maleke ji êla me ye Deqoriya wêneyê şehîd malda heye ji ber ku pir dihat hezkirin û dil nimiz bû , pir ji bo mafê jinê diaxivî û şaştî li ser jinan nedipejiran.
Di dawiyê de bavê Rênas tekez kir ku eger YPJ’ê di destûra nû ya Sûriyê de bicih nebe em qet qebûl nakin û de mêr berî jinan rabin ser piyan dê entegrasyonê tevî denying aliyekî.
Balkişand ser ku pêwîste hevalên me yên jin zûtirîn dem serbest werin berdan û di nav xwe de bibînin .
Paşê Selevizyonek derbarê jiyana şehîd Malda de hate pêşkêşkirin duvre stran ji aliyê Lava hate gotin .
Di dawiyê de jî malbata şehîd Malda di 7’mîn salvegera şehadeta wê de peykereke jin diyarî dan Akadimiya Jineolojî.




