
Rêxistina Jinên Serbixwe bi tundî neqebûlkirina Yekîniyên Parastina Jin di nava artêşa Sûrî de şermezarkir û binav kir ku ev nêzîkatî biryarên Daişiyên veşartî ne .
Di vê çarçoveyê de destekdayîna xwe ji bo kampanyaya piştgirya YPJ’ê Bi daxuyaniyekê Ragihand û anî ziman.
Daxuyanî wiha ye:
“Helandina hêzên çekdar ên Yekîneyên Parastina Jin: DAIŞîyek bi maske!”
Rêxistin teqez dike ku ger biryar li ser helandina hemû mîlîşiyên çekdar bêyî îstisna bûya, dikaribû bi awayek din were nirxandin. Lê belê armancgirtina vê hêzê bi taybetî nîşan dide, li gorî gotina wê, meyl û ramanek dijî jinan.
Her wiha dibêje ku ev meyl nîşanê dide dîtineke kevneşopî ya ku rola jinê tenê di karên malê de dihêle, û qebûl nake ku jin di rolên leşkerî an parastinê de hebin.
Rêxistin teqez dike ku mijar ne tenê hebûna Yekîneyên Parastina Jin e, lê belê ew e ku wê bi gotina “ramanek paşketî” tê binavkirin, ku ji rêz û cihê jinê kêm dike û rê nade ku jin rola xwe di parastina xwe û civaka xwe de bicîh bîne.
Her wiha rêxistinê nerazîbûna xwe ji biryarê di du aliyên bingehîn de radixe:
Yekem: Dibêje ku Sûrî bi gelek mîlîşiyên çekdar ên bi rengên dînî an siyasî re dijî, ku gelek caran li dijî sivîlan binpêkirin kirine û bûne sedema neasayî û tirsê li herêmên cuda. Di vê çarçoveyê de, ew dibîne ku armancgirtina hêzek jinan ku di şerê li dijî DAIŞê de rol lîstin û sivîlan parastin, berdewamkirina heman rêbazê ye ku gelê Sûrî salan bi êşê jiya. Di heman demê de pirs dike ka çima YPJ bi taybetî tê armancgirtin bêyî hêzên din ên li welatê belavbûyî.
Duyem: Rêxistin dibêje ku hestyarî li hember çekdarbûna jinan nikare were şirovekirin, magar wek nîşaneya ramanek tund an “DAIŞî”, ku rola jinê tenê di nav malê de dihêle û beşdariya wê di parastina civakê de red dike. Ew teqez dike ku ev raman jinê wek aliyek ku dikare xwe biparêze an rola di ewlehî û parastinê de bilîze, qebûl nake.
Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistinê bi tundî biryara helandina YPJ şermezar dike û dibêje ku ev biryar paşketinek ji mafên jinan e. Her wiha teqez dike ku jin, mîna mêr, mafê wan heye ku çek bigirin û ji rûmet û civaka xwe biparêzin, bi taybetî di şertên aloz de ku gelek komên çekdar tê de hene.
Di dawiyê de, rêxistin bang li hemû hêz, kes û rêxistinên parêzvanên mafên mirovan û mafên jinan dike ku li dijî vê biryarê rawestin û wê bi eşkere red bikin, û ji mafê jinê re ji bo beşdariya çalak di parastina civakê de piştgirî bikin



