ÇalakîNûçeSlide

Qebûlkirina Zimanê Kurdî ,Qebûlkirina Pirengiya Civaka Sûriyê ye

Mamosteyên Zimanê Kurdî tekez kirin ku Naskirina Zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de mafekî rewa ye û qebûlkirina rengbûyîna civakî nîşan dide .

Hikumeta demkî 7’ê Gulanê tabelaya bi nivîsa kurdî û erebî ya Koşka Dadweriyê ya Hesekê rakiribû û li şûna wê tabelayeke bi zimanê erebî  danî. Bertekên li dijî vê yekê herku diçe zêde dibe. Îro Mamosetyên Zimanê Kurdî  rakirina nivîsên kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê bi mitîngekê  şermezar kir. Mitîng li ber Navenda Dadweriyê ya Hesekê hat li darxistin.

Mamosteyan dirûşmeyên “Xwendin bi zimanê dayikê ew mafekî rewa ye “,”pêwiste zimanê kurdî di destûra Sûrî were misogerkirin “.”Ziman nasname ye “ beriz kirin .

Paşî daxuyanî bi Zimanê Kurdî  ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê ve hate xwendin .

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin :”

Em li dijî hemû hewildanên tunekirina zimanê kurdî ne û mafê her kesî  heye ku bi  dîrok û nasnameya xwe jiyan bike.Paşguhkirina zimanê Kurdî paşguhkirina rengîbûna civakî ya Sûriyê ye .

‘Zimanê Kurdî xeta Sor e ‘

Bûyera ku li Dadgeha Hesekê çêbû bûyerek hest û rûmeta gelê Kurd êşand . Zimanê Kurdî di nava 15 salan de bi awayekî fermî di nava civakê de hat pêşxistin . Kes nikare zimanê me tune bike lewma em dibêjin :

Zimanê kurdî xeta sor a gelê kurd e.Ziman dîrok û hebûna gelê kurd e.  Ji bo vê yekê em bang li hemû kesan dikin ku bi yekdengî li dijî van siyasetan rawestin û parastina nasnameya xwe bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe “ bi dawî bû

Piştre bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî dîlan hat gerandin

 

Related Articles

Back to top button