DaxuyanîNûçeSlide

Parêzerên Hesekê: Pêwiste Mafê Kurdan di Destûr de Were Misogerkirin

Parêzer Beşîra Cemal Dîn tezek kir ku biryara 13 ji bo gelê Kurd başe lê ne têreker e û wiha got:” pêwiste mafê Kurdan di destûra Sûrî de were bi cih kirin “.

Hikumeta demkî 7’ê Gulanê tabelaya bi nivîsa kurdî û erebî ya Koşka Dadweriyê ya Hesekê rakiribû û li şûna wê tabelayeke bi zimanê erebî  danî. Îro Yekîtiya parêzeran a kantona Cizîrê derbarê  vê bûyerê daxuyanî li ber Navenda Dadweriyê a Hesekê da.

Daxuyanî bi Zimanê Kurdî  ji aliyê parêzer Mihemed Elî Ferhan û Zimanê  Erebî ji aliyê parêzer Mihemed

Emîn ve  ve hat xwendin .

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

“Yakîtiya me, tekeziyê li ser wê yekê dike ku rêzgirtin ji saziyên dozgerî divê bê girtin, û her kiriyarekî ziyankar li milkên giştî û rawistandina karê dozger, şermezar dike.

Her wisa Yekîtiya Parêzeran dibîne ew daxwiyaniyên fermî yên dawî li ser naveroka kêşeyê ne rawistiya ye lê belê tenê tekezî li ser bûyera di koşkê de çêbûbū kiriye, beyî ku birawiste ser ew sedemên yekser ên ku hiştine lawên herêmê û ji nav wan mafnas li ser wan pêdeçunan nerazîbûna xwe bidine nîşan.

Zimanê kurdî pareke binghîne ji jiyana çandî û civakî li parêzgeha Hesekê, û ew parastiye di xéznameya serokatiyê de, nimra 13an sal 2026, û her wiha li gor ragihandina destûrî, madeya 7 bende 3 ku dibêje:

Dewlet rengrengiya civakî ya sûrî bi hemû pêkhateyan, û mafên çandeyî û zimanî ji hemû sûriyan re, diparêze. Her wisa jî, ew peymana Di navbera QSD û Hukûmeta demkî li Şamê de, Di 29ê Çileya  2026an ku tekezî li teybetmendiya Kurdî, ji ber wiha rêzgirtina vî mafi, Divêt ku neyê çarçovekirin Di degan de, lê divê ew yek Di warê piratîkî de jî, li saziyan û cihkarên giştî, cîbicî bibe.

Herê, heyîna zimanê kurdî li nik zimanê erebî li pêşiya saziyên fermî, na hingêve cihê zimanê erebî weke zimanekî fermî bo dewla sûrî, lê belê ew derbirîneke bo rêzgirtina rengrengiya çandeyî û zimanî ku welatê sûrî pê navdar e bi giştî û parêzgeha Hesekê bi tayibetî Di wê demê de, em tekeziyê dikin ku dadewrî ne tenê girêdayî parastina avahiyên saziyane, lê belê ew jî dabînkirina nûneriyeke dadwer ji welatiyên herêmê di xebata dozgerî de, nemaze piştî wan salên dûdirêj ku gelek ji bikérhatën zagonî hatine paşguhkirin;

Di bin siwana rêjîma berê de. Çareserkirina vê dozê pêwistī danûstandineke rastiyane ye, dûrî şêwazê xinizî û rakéşanê be, ku dê bibe alikar bo asêkirina baweriyê di saziyan de, û cihgirtina pişikdariyeke rastiyane di çarçoveya welatê Sûriyê de û yekgirtina saziyên wê.

Em sendîqeya parêzeran a navendî vedixwînin gotareke dadwer û mafperwer dikin ku tayipetmendî û rengrengiya herêmên sûrî di ber çavan re bibe, û rola xwe Di parastina maf û azadiyan û bi cihkirina zagonê de,bilîze”

 

‘biryara 13 ji bo mafê kurdan ne têrkere ‘

Parêzer Beşîra Cemal Dîn tekez kir ku biryara 13 ji bo misogerkirina maf ,ziman û nasnameya gelê Kurd ne têrkere û wiha axaftina xwe dewam kir :” Gelê Kurd li dijî pergala yekalî , 15 sal tekoşîn û berxwedaniyek mezin meşandin . Zimanê Kurdî yek ji lingê bingehîn a Şoreşa Rojava ye .û yek ji deskeftiyên herî giranbuha yê vê şoreşê ye . Gelê Kurd ne qebûlkirina zimanê Kurdî di nava sazî, destûr û Hwd…. qebûl nake . Zimanê Kurdî zimanekî dîrokî ye , di nava van salê Şoreşê de dibistan , peymanegh  û zanîngeh hatine çêkirin . her wiha nifşekî hatiye avakirin ji bo wê naskirina zimanê Kurdî xwedîderketina li pêşeroja nifşên nû ye . Em wekî parêzerên Kurd dixwazin mafê Kurdan , zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were qebûlkirin .”

Related Articles

Back to top button