Di Şexsê Sakîne Cansiz Hezkirin û Girêdana me bi Fikir û Ramanê Oclaan Zêdetir bû
Nûra Hesen ji sala 1988’ an de xeta Tevgera azadiyê nas dike , û rixmî zexta rêjîma Baas a dijwar mala xwe ji bo pêşxistina vê xetê vekir û got:” Em bi dîtina tekoşer Sakîne Cansiz bextewar bûn . Di kesayeta wê de hezkirina tevgera azadiyê di dilê me de kurtir bû .”

Berî ku volkana Şoreşa Jinê biteqe. Di Sala 1989’an de li hemberî zext û girtinên rêjîma Baasê, jin bi awayek veşarî di malan de wekî kom dixebitîn. Jin ji salên 1990’î heta sala 1995’an de wekî kom ber bi Lubnanê ve herikîn û bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hevdîtin pêk anîn.
Nûra Hesen ku temenê wê (80) saliye yek ji wan dayikan e ku bi rêya malbata xwe ya welatparêz Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye .Nûrayê piştrast kir ku mala wan ji bo hevalên kevn yê tevgera azadiyê komîn bû.Di sala 1991’ an Rêber Ocalan dibîne û silav lê dike .
Nûra tekez kir ku di salên 1990’ an de rêjîm zextek dijwar li ser civaka kurdî dida meşandin ,lê rixmî wê mala xwe jib o pêşxistina Tevgerê vekirin û wiha anî ziman:”Min pir ji karakterê hevalên Kadro y tevgerê hez dikir; ew beşek girîng a malbata me bûn ji ber ku wan jiyana xwe ji bo doza Kurd feda kirin.Tevî xetera ku ji hêla rejîma Baas ve dihat çêkirin, me mala xwe ji wan re vekir û di pêşxistina tevgerê de piştgirî da wan.”
‘Ez Kurdistanek azad dixwazim ‘
Nûra piştrast kir ku wê Rêber Ocalan di 15ê Tebaxa 1991an de li Lubnanê dîtiye û wiha axaftina xwe dewam kir:” Rêbertî gelek mijar jibo me nirxandin û me bi rêz û evînek mezin lê nihêrî.Em çûn û yek bi yek silav li Rêbertî kirin. Ew mirovekî pir aram bû. Dema ku ez gihîştim wî, wî ji min pirsî, “Xwesteka te ya herî mezin li vê dinyayê çi ye?”Min jê re got, “Ez Kurdistanek azad dixwazim, û ez dixwazim ku tu ala wê bilind bikî.”Min jê pirsî gelo ez dikarim serê wî maç bikim, û min maç kir. Ew ji bo min rojek dîrokî bû, û ez wê kêliyê qet ji bîr nekim.Mixabin, ji ber temenê min ,nayê bîra min ka rêbertî wê demê çi digot.”
‘Di şexsê tekoşer Sakîne Cansiz ,hezkirina ji tevgera azadiyê kûrtir bû’
Nûra balkişand li ser hatina Tekoşer Sakîne Cansiz li mala wan û wiha behsa wê kir :” Sakine Cansiz gelek caran dihat mala me; ew kesekî bihêz û bêdeng bû ku pir dixwend û zêde nediaxivî.Di şexsê wê de me ji tevgerê hezkir , wê demê me nas kir ku tevgera me dê bi pêşengtiya jinan mina Sakîne pêşbikeve û di dilê her kesekî de cih bigre. Rastî dema me şehadeta wê bihîst em gelek xemgîn bûn , lê me soz da ku em vê xetê dewam bikin û jib o doza kurdî çi were xwestin amade bin .”
‘Rêxistina me jib o her kesayetê tîyê exlaq , azadî û wijdan dermane ‘
Nûra behsa karê xwe yê cebhawî kir û got:” Wê demê em bi dizî li malan kom dibûn û dengê Rêbertî guhdar dikir . Jib o alîkariya Rêxistina me , karê erdan dikir ,em diçûn çinîna pembo , çinîna nîskan her wiha em tevlî merasîman dibûn . Di wê demê de raste hejmara me kêm bû lê xwesteka me bi îsrar bû û Şoreşa Rojava îro ji wê kedê hat . Em îro şenslîme dibin şahidê van rojên dîrokî ku çawa her ku diçe rêxistina me berfirehtir dibe . Rêxistina me riheke , ew rih jî jib o her kesyê tiyê exlqa , wicdan û azadiyê dermane .”
‘Pêwistiya pêvajoyê bi azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan heye ‘
Nûra di dawiya axaftina xwede xwest carek din hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk bîne û wiha anî ziman:” Rêber Apo rêberekî daxwaza maf û azadiya gelê bindest dike . omploya ku li ser hat pêkanîna komployek bê bexte û rûyê reş yêrêxistinên ku banga parastina mafê mirovan eşkere kir . Di vê pêvajoyê de ku îro li her derê agir dibare azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan derman e . Rêbertî tenê dikare vî agirî vemirîne û rojhilata navîn ber bi aştî û demokrasiyê bibe .”




