ÇalakîNûçeSlide

Şêniyên Kobanê ‘Zimanê me yek ji Armancê Têkoşîna me ya Serekeye’

Li Kobanê bi sedan xwendekar û mamoste bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daketin qadan û peyama ku Armancê Têkoşîna me ya Serekeye dan

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Komîteya Cejna Zimanê Kurdî ya Kobanê meşek di dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye û nasname namire” li dar xist. Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî.

Şervan Muslim bi boneya 15`ê Gulanê şehîd Viyan Amara û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Bi salan e em ji bo zimanê xwe li ber xwe didin, heta ku em gihaştin vê astê. Ji ber vê yekê wê tu kes nekare zimanê me tune bike. Zimanê me hebûn, rasname û rûmeta me ye. Em ê zimanê xwe biparêzin û em ê nehêlin tu kes me ji mafên me û zimanê me dûr bixe.”

Şervan Muslim diyar kir ku beriya şoreşa Rojava, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her tim dijmin dixwaze zimanê me tune bike û me jê dûr bixe, lê bi saya keda şehîdan em gihaştin vê astê. Zimanê me xeta me ya sor e, em ê nelêlin kes me ji zimanê me yê kurdî dûr bixe. Em ê asta zimanê xwe xurttir bikin. Va ye zimanê kurdî di cîhanê de hatiye misogerkirin, divê di destûra Sûriyeyê de jî were misogerkirin.”

Meş bi dirûşmên “Zimanê me nasnameya me ye” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button