ÇalakîNûçeSlide

Bi Boneya 15 Gulanê Meşek Girseyî li Hesekê Hat li Darxistin

Gelê Hesekê bi boneya 15’ê gulanê Roja Zimanê Kurdî meşek girseyî li dar xistin û daxwza qebûlkirina Zimanê Kurdî di destûra Sûriyê kirin .

Zimanê Kurdî her sal di 15ê gulanê de tê pîrozkirin, ku salvegera derketina yekem hejmara kovara “Hawar”ê ya bi tîpên latînî (1932) ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve ye. Ev roj wekî cejneke neteweyî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, ku nasnameya neteweyî ye, tê pîrozkirin.

Îro  bi boneya nêzîkbûna Roja zimanê Kurdî ,gelê Hesekê , Til Temir, Dirbêsiyê , kampa Waşokanî , Serêkaniyê û Zirgan li çarxereya Beyrûtî a bajarê Hesekê kombûn û  meşek girseyî li dar xistin. Mamosteyên zimanê Kurdî û şagirtên dibistnanan beşdarî meşê bûn . Meşvan alên TEV-DEM, pirtûkên Zimanê Kurdî , pankartên bi nivîs” Şêrîn û xweşe zimanê Kurdî “,”Bi zimanê xwe emê bijîn “, “Nasîna zimanê me , nasîna hebûna me ye “,”Kurdî mafê min e “Hilgirtin .

Meş li ber parêzgeha Hesekê veguherî mitîng . piştî deqeyek rêzgirtin , daxuyanî ji aliyê  Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê  ve hate xwendin .

‘Fermiyeta Zimanê Kurdî serkeftina pêvajoya entegrasyonê ye ‘

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin :” Rojavayê Kurdistanê îro di qonaxeka dîrokî ya veguhêz ra derbas dibe û ji 10ê adara 2025an ve, pêvajoyeka sîyasî ya nû bi rê ve diçe û ji 29ê kanûnê ve entegrasyona bi dewleta Sûrîyeyê ra dest pê kirîye. Ji bo biserketina vê pêvajoyê û avakirina Sûrîyeyeka pirreng, pêwîst e serê pêşîn zimanê kurdî fermî bê nasîn, wekî zimanê perwerdeyê li herêmên rojavayê Kurdistanê bê pejirandin û hemû dezgeh û sazîyên ziman û perwerdeyê bi awayekê layîq û demokratîk entegre bibin.

‘Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûrîyeyê ye û ,beşeka sereke ya serwerîya vî welatî ye’

Jînda di dewama daxuyaniyê  de bal kişandin li ser siyasetên înkarkirin û nijadperstiyê û wiha dewam kir :” zimanê kurdî, pîvana sereke ya welatînîya wekhev û demokrasîyê ye Lê mixabin, ji van bûyerên dawî yên Koşka Dadê ya Hesekê em tê digihîjin ku hikûmeta demkî ya Şamê, dil heye ku sîyaseta nijadperestî ,û yekzimanîyê dîsa li Sûrîyeyê bi rê ve bibe û wekî hikûmeta berî xwe zimanên din tune bibîne. Di vê çarçoveyê de, kiryarên ku tên kirin û daxuyanîyên fermî yên rayedarên hikûmeta Şamê, cihê şermezarîyê ne Kurd ku neteweyeka resen ayê vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be .Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûrîyeyê ye û ,beşeka sereke ya serwerîya vî welatî ye. Loma em ji hemû hêzên navdewletî -bi taybetî aktorên ku di Sûrîyeyê de wekî garantor têne naskirin- daxwaz dikin ku di vî warî da bi roleka erênî rabin da ku mafê me yê zimanî, di destûra nû da bê misogerkirin. “

Jînda di dawiya daxuyaniyê de 15 gulanê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û  banga xwedîderketina li deskeftiyê Şoreşa Rojava derkevin .

Paşî şandeyek ji 8 kesan pêk hat derbasî gel parêzgehê Hesekê bûn da ku nameyekê di riya wê de daxwazê xwe anîne ziman , pêşkêş bikin û bighînin Hikûmeta Sûriyê a Demkî  . daxwaznameya wan wiha ye :

_Naskirina fermî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke ligel zimanên din.

_ Danasina fermî ya zimanê Kurdî di dibistan û zanîngehan de.

– Parastina zimanê Kurdî ji marjinalizekirin, qedexekirin an jî tahrîfkirině.

_ Bikaranîna zimanê Kurdî di saziyên hikûmetë, dadgeh û daîreyên fermî de.

_ Nivîsandina navên bajar, sazî û tabelayan bi Kurdî.

_ Piştgiriya medyaya Kurdî, çand û hunera Kurdî bi zimanê dayikë.

_ Avakirina navendën akademîk û lêkolînê yên ji bo zimanê Kurdî û pêşveçûna wê.

– Garantkirina mafê zarokan ji bo fêrbûna bi zimanê dayikê bê cudahi.

– Rēzgirtina ji nasname û çanda Kurdî re wekî beşek yekgirtî ya dîroka herêmê.

_ Bidawianîna polîtîkayên înkar, erebkirinë, an jî her siyasetek ku armanca wê jēbirina zimanê Kurdî ye.

Em bawer in ku dad, wekhevî û rêzgirtina cihêrengiyê bingehê yekîtiya gelan û aramiya welatan e.

 

 

Related Articles

Back to top button