ÇalakîNûçeSlide

Werin Em Bi Hev Re Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin

Dar li Ser Koka Xwe Mirov Li Ser Zimanê Xwe , Roja Zimanê Kurdî Bi Calakiyek Girseyî Li Bajarê Qamişloyê Hat Pîrozkirin.

Dem dema ku gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê Li zimanê ku bi sedê salan ji aliyê nejadperestan ve hate temisandin xwedî derkeve .
Li seranserî cîhanê her netew, pêkhate û milet azade ku bi zimanê xwe bixwîne, biaxive û tevbigere , lê belê ji dîrokê ta niha hertim gelê Kurd rastî temsandina zimanê xwe dihat , lê belê dem ne dema berê ye ku gelê Kurd di nav zimanên welatên xelkê de bêne pişaftin .
Meclisa Malbatên Şehîdan meşeke girseyî Organîzekir.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî ji bo pîrozkirin di heman demê de danasîna zimanê Kurdî bi awayekî fermî di destû nû ya Sûryê de gelê bajarê Qamişlo herikîn qadan.

Bi sedan Xeendekar ,zarok û grlê bajarê Qamişlo bi boneya roja zimanê Kurdî tevlî nava meşê bûn û bi durşmeya Bê Ziman Jiyan Nabe dihate qîrandin.
Meş ji çarxêreya Osman Sebrî destpêkir û li Stadyoma 12’ê Adarê bi mêtîngekê hate rawestandin.
Gel û stadyom bi alayên kesk , sor û zer hatibûn cemilandin, piştî gihiştina stadyomê gel bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan rawestiya.

Paşê axaftina destpêkê ji aliyê yadê Sûad dayika şehîd Hevrîn Xelef ve hate kirin û got di serî de roja zimanê dayikê li dayikê û hemû gelê mey li vir hazir pîroz û mubarak dikin.li Berdirxaniyan , Feqê Teyran, Melayê Cizîrî hetayî Melayê Cizîrî em pîroz dikin, wan hişt ku heta niha zimanê dayikê , çand û kultûra me nehat windakirin.
Sûad tekez kir ku emê li pey zimanê dayikê bin ta ku bighên serkeftina zimanê dayikê û bibe zimanekî fermî di hundirê Sûriyê tevî de .
Zimanê dayikê hebûn,kultûr,têkoşîn,parastina axê û parastina xwezayê ye lewra em dibêjin kes nikare zimanê me qut bike.
Banga me ji dayik û herkesê ku dixwaze Kurdistan û ziman bê parastin divê asta têkoşînê bilind bike û asta xwedîliderketina zimanê dayikê xurt bike ger zimanê me çû dê hertiştê me here , em Kurd hatine dunyayê û em ê Kurd jê herin.
Sûad balkişand ser parastina zimanê Kurdî, nasnamê, bedenê û mirovahiyê emê biparêzin û xwedî lê derkevin
Di dawiyê de jî got ku ger ew zimanê me qebûl nekin emê hertim li qadan û di nav giravan de bin heya zimanê Kurdî bibe zimanê fermî .
Paşê mamosteyê zanîngeha Rojava Reşîd Mele jî axivî û wiha pê de çû ez vê rojê li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin , miletek ku bi ziman be ne mumkine ew milet bimre lê miletê ku zimanê xwe jibîr û winda kir, xwedîliderkneket zû li bet lingan here , taybetmendiya vê rojê ji mîr celadet Bedirxanê ku di salê 1919’an de di şerê cîhana yekemîn de ew û birayê xwe weke leşkerê artêşa Osmaniyan bûn hêviya Kurdan hebû ku di Ean salan de statuya Kurdî siyasî were avakirin , lê mixabin xizmeta Kurdan ewqasî ku ji Osmaniyan re kir berovajî wê ewqasî çewisandin komkujiyên ku bi ser Kurdan de hatin ew kesayetên rewşenbîr berê xwe dan çiyayên bilind ku li hemberî vê zordariyê serbilindahyê çêkin.
Beşîr diyar kir ku ger hûn li zimanê xwe xwedî dernekevin hûnê ber bi tinebûnê ve biçin, di Sûrî de pêvajoya herî tarî ya partiya Bais bû piştî ku hat ser hukim zimanê Kurdî bi temanî qedexe kir, navê bajar û gundan veguherand Erebî.
Herwiha tekez kir dewletên ku herî pêşketî ne yên pirziman in, ji ber di zimanan de nasname,dîrok ,afrandin heye .
Lewra gerek em tecrûbeya partiya Bais careke din dubare nekin.

Serdema inkarê bi dawî bû

Di dawî de jî Şêx Murşid Xiznewî bi boneya vê rojê bi deng peyama xwe da û got gelê rojavayê Kurdistanê ê rûmetbilind gelê ku ticarîserê xwe neçimandiye, parêzvanên doza Kurd silav û rêzên min li we teva.

Murşid Xiznewî wiha anî ziman ez îro ji dûr lê nêzîk diaxivim bi we re , nêzîk di dil û canê xwe de û dûr di laşê xwe de ji ber şert û mercên dijwar bûne sedem ku neghiştime welatê xwe lê ger laş dûr be dil qet dûr nabe.
Ger îro ez nehatim Qamişlo lê rihê min li nav rêzên we ye bi we re dibêje û bi we re ala ziman û rastiyê diparêze, Kurdî zimanê me ye, ev welatê me ye , ev îrada me ye ya ku wet nayê şikandin.Îro em li Qamişlo ne dilê Kurdistanê ne ji bo pîrozkirina bîranînek derbasbûyî lê ji bo raghandina vejîna zimanekî ku dijminan dixwest bimrînin lê ew bû jiyan.

Murşid Xiznewî got keç û xortên berxwedêr zimanê me tenê peyv nîne zimanê me rihe , bîranîne,nasnama me ye,duayên dayik û xwîna şehîda ye, stranên pêşmerga ye,sebra gerîla li serê çiya û rûmetê ye, nivîsên Berdirxaniya ye, qêrîna Mezlûna ya, berxwrdana Şêx Maşûqê Xiznewî ye.Dijmin hewilda zimanê me bindest û binax bikin, lê wan jibîr kir ku azadiyê ji zimanê xwe yê dayikê û ji singa dayikên xwe distîne , zimanê xwe bi xwîna şehîdên xwe diparêze .

Murşid balkişand ser ku gelê rojava baş guhdar bikin vê gotinê zimanê ku bi xwînê hatiye nivîsandina qet namre,zimanê ku dayika hilgirt qet nayê jibîrkirin,zimanê ku ji aliyê gel ve tê gotin qet neçe.
Ji bo Ṣamê û hemû hesên ku guhê xwe ji bo mafê Kurdan girtine dengdana vî gelî bibhîzin Zimanê me ne dilê pejirandinên ewlehiyê ye ,zimanê me bi saya xwîna şehîda a pîroz xwe ferz kiriye.
Her kesekî ku ziman û hebûna me red dike di pêşeroja me de cihê wî nîne, Sûrekî dadperwer nîne bê naskirina Kurdan, destûreke rast nîne bê zimanê Kurdî wek zimanekî fermî. Em daxwaza xêra nakin , em daxwaza mafekî dîrokî dikin.

Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button