Arşîv

Rîhab Cebo: Li dijî dagirkeriyê pêdivî bi têkoşîna hevpar heye

ŞEHBA – Ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Rîhab Cebo di derbara gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got:”Dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe rihê DAIŞ’ê zindî dike, da ku projeya Netewa Demokratîk li herêmê têk bibe. Hêzên desthilatdar naxwazin aramiya gelan li Sûriyeyê pêk were. Tenê berjewendiyên xwe difikirin. Li dijî vê yekê pêdivî ji têkoşînek hevpar a bi gelan re heye. Li dijî dagirkeriyê pêdivî bi têkoşîna hevpar heye.”

Dewleta tirk bi nûkirina gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên gelê kurd hedef digire. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Cebo nirxandin kir.

‘Netewa Demokratîk esasê çareseriya aloziya Sûriyê ye’

Rîhabê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewleta tirk ji gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dewleta tirk bi rêya nûkirina gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwaze projeya wekheviyê di nava gel de têk bibe. Dewleta tirk aramiya gelên herêmên bi aramî û aşîtî dijîn, hedef digire. Projeya netewa demokratîk esasê çareseriyê ye. Eger ev proje li Sûriyeyê pêk were, wê demê pirsgirêkên herêmê dê werin çareserkirin.”

‘Zindîbûna DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê xeteriyeke mezin e’

Rîhabê wiha dewam kir:”Bi gefên dewleta tirk ên li ser herêmên me, dibe ku DAIŞ dîsa zindî bibe. Piştî berxwedana hêzên demokratîk li hember terorê, careke din nexşeya gelan di nava herêmên me de xweşik bû û rihê mirovan ji qetilkirin û tundiyê hat parastin. Em dikarin bêjin eger DAIŞ careke din zindî bibe, wê xeteriyên pir mezin li Sûriyeyê çêbibin. Zindîbûna DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê xeteriyeke mezin e.”

‘Desthilatdar naxwazin aramiya gelan pêk were’

Di dawiyê de Rîhabê bang li saziyên mafê mirovan kir ku li rewşa Sûriyeyê mêze bikin û rê li pêşiya rijandina xwîna mirovan bigirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Gelên Sûriyeyê gelek êş ji şer û sozên ne rast yên çareseriyê kişandine. Her tişt eşkere ye. Pirsgirêk ne gelê Sûriyê ne, pirsgirêk berjewendî û pilan in, yan jî ji mêj de ev şer bi dawî bûbû. Desthilatdar naxwazin aramiya gelan pêk were. Hêviyên me eger wijdanê saziyên mirovahî hebe, bila êdî rê li pêşiya rijandina xwîna li gelên Sûriyeyê bigire.”

Back to top button