ÇalakîNûçeSlide

Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî hate pêşkêş kirin

Tevgera Çand û Hunerê, bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hilala Zêrîn, bi dirûşma “Şano Bi Zimanê Dayîkê Xweş e” 1’emîn Mîhrîcana Şanoya Zarokan a Hêvî li dar dixe. Roja yekem Orkestra Zarokan a Rojava, Zarokên Pargîn (dengbêjî), Koma Şehîd Feraşîn a Şanoyê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan, Koma Baronyan, Koma Şehîd Şiyar a Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr, Koma Hîlala Zêrîn a Gundê Girbawî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Tevgera Çand û Hunerê, bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hilala Zêrîn, bi dirûşma “Şano Bi Zimanê Dayîkê Xweş e” 1’emîn Mîhrîcana Şanoya Zarokan a Hêvî li dar dixe. Festîval li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê. Dê festîval du rojan (16-17’ê Hezîranê) bidome. 

600 zarok û 7 komên şano yên zarokan beşdarî mîhrîcanê dibin. Her wiha komên zarokan ên orkestra û govendê jî beşdar dibin.

Mîhrîcanê bi kêliyek rêzgirtin dest pê kir.

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Zeyneb Mihemed axaftina vekirinê kir û diyar kir ku wan di demeke hewldanên ji bo jiholêrakirina zimanê Kurdî de amadekariya mîhrîcanê dikir û wiha got: “Ji bo wê me xwest ji bo parastina zimanê Kurdî vê mîhrîcanê li dar bixin û me got ‘Şano Bi Zimanê Dayîkê Xweş e’. Ziman ne tenê amûrek dan û standinê ye, her wiha nasname û çanda me ye”.

Piştî wê Dayîka Şehîd Silava Remedan Remziye Remedan axivî û got: “Bi navê şehîd Silava û hemû şehîdan, ku hêviyên wan hûn in û wan zarokatiya xwe jiyan nekirin em bi xêrhatina we dikin. Em dixwazin xweşî û hêviyê di dilên zarokên xwe de şîn bikin. Di vî şerî de gelek zarokan xweşî nedîtin, êş û dijwarî dijîn, em îro dixwazin xweşiyekê di dilên wan de çêbikin. Em dixwazin weke peymanekê hêviyekê bidin hev, em ji zarokan re bêjin hûn pêşeroja civaka me ne. Giyanê Silava û şehîdên din di nava we de ne”.

Remziye Remedan helbestek li ser qetilkirina zaroka xwe Silava Remedan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, xwend.

Piştî axaftinan sînevîzyona xebatên amadekirina mîhrîcanê hat nîşandan. 

Orkestra Zarokan a Rojava bi jenîna tembûr, gîtar, org, def, bilûr, çelo stranên “Ey Hevala Evîndar”, “Haylê Dînê”, “Canê Canê” strîn. Piştî wê koma defê hinek rîtim pêşkêş kirin.

Zarokên Pargîn Koma dengbêjiyê bi cil û bergên Kurdî yên herêma Koçeratan ji filoklora Kurdî payîzok û dengbêjî gotin.    

Koma Şehîd Feraşîn a Şanoyê şanoya “Mişk û Şêr”, Koma Baronyan şanoya “Bîra Bi Sêhr û Gencîneya Sozdayî”, “Koma Şehîd Şiyar “Dadwerê Biçûk”, Koma Hîlala Zêrîn a Gundê Girbawî şanoya “Belek û Reşbelek” pêşkêş kir.

Roja duyemîn dê demjimêr 17.00’an dest pê bike. Koma Şehîd Erdal a Şano ya Navenda Çand û Hunera Dicle, Koma Feraşîn a Şano ya Hîlala Zêrîn, Koma Yekpar a Şano, Zarokên Pargîn a govendê, Koma Avzem a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil dê berhemên xwe pêşkêş bikin.  

Related Articles

Back to top button