
38 salên têkoşîna bênavber: Leyman Şiwêş
Ji dema ku wek jineke Kurd doza ya nîştimanî nas kiriye de, 38 salan ji bo lêgerîna li nasnameya nîştimanî tê koşiya. Di nava refên têkoşerên destpêkê yên li Rojava de cih girt, li seranserê Kurdistanê û derveyî welat ked da û nirxên jinên azad temsîl kirin.
Wê salên dirêj li pişt perdeyê wek leşkereke nenas kar kir, bi şehadeta xwe re ya di encama êrişeke a dewleta Tirk a dagirker de zêdetir hat naskirin. Ew tevî hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û ajokarê erebeya wan Firat Tûma şehîd bû û navên xwe di rûpelên dîrokê de da nivîsandin.
Em behsa cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê şoreşger Leyman Osê Şiwêş bi nasnav Rîhan Amûdê dikin. Leyman, heta roja şehadeta xwe bê rawestan li djiî êrişên sîstematîk û pergala baviksalar ku jinan wekî astengî dibînin, şer kir. Ruxmî şert, merc û qeydên civakî yên hatibûn ferzkirin jî li hember dozên herî bigirêk ên li nava civakê sekinî. Ji ber ku pergala faşîst van jinên pêşeng wekî gef li ser xwe dibîne, ji ber vê sedemê bi taybet her tim jinên pêşeng bûn armanca yekemîn a wê pergalê û bi hemû rêbazan hewl dide wan tune bike.
Leyman Şiwêş sala 1968`an li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê çavê xwe li cîhanê vekir,
Di sala 1985`an de dest bi karê cebhewî kir, piştre di sala 1989`an de tev li karê şoreşê bû û dîrokeke tijî destkefî û têkoşîn nivîsand.
Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Di salên 2002-2003`yan de ji ber xebatên xwe yên ji bo doza kurdî û azadiya jinan, ew 6 mehan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat destgîrkirin.
Ji sala 2005`an heta 2008`an li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li bajarê Silêmaniyê xebat da meşandin.
Leymanê pê dizanî ku tenê têkoşîna li Kurdistanê ji bo çareserkirina doza kurdî têrê nake, lewma di sala 2008`an de berê xwe da Rûsyayê û li wir 7 salan bê westan kar kir.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryar da ku vegere warê xwe bajarê Kobanê, cihê ku şoreşê jê dest pê kiriye û di 2015`an têkoşîna xwe li wir dewam kir.
Leyman yek ji pêşengên destpêkê bû ku kevirê bingehîn ê projeya demokratîk li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, danîbû. Wê sala 2016`an berê xwe da Minbicê û heta sala 2019`an li wir tê koşiya.
Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de, gelek erk girtin ser xwe; nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, herî dawî jî cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo.
Yusra Derwêş: Jina ku bi israr ji bo avakirina civakeke demokratît têkoşiya
Jiyana xwe ji bo guhertina civakê bi rêya lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li her devera kû lê borand.
Yusra Mihemed Derwêş sala 1972`yan li Amûdê ji dayîk bûye.
Sala 2001`an ji zanîngeha zimanê Fransî derçû ye.
Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, dev ji perwerdeya di pergala Baas de berda û tev li şoreşê bû. Destpêkê bû mamosteyê zimanê kurdî. Piştre bû mudira Dibistana Betûl a Amadeyî ya Amûdê. Yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê. Piştî wê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin.
Piştî xebateke demdirêj di qada perwerdeyê de, 1-11-2022`yan ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo hate hilbijartin.
Şehîd Yusra, pêşengiya çalakiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar diketin, dikir. Roleke çalak di têkoşîna rizgariya jinan de li tevahî Kurdistanê lîst. Di xîtaba xwe de ya di çalakiya piştgiriya jinên Partiya Kesk de hatibû lidarxistin, gotibû: “Tevlêbûna wê di hilbijartinan de, serkeftin bi xwe ye.”
Şehîd Yusra ji bo ku guhertineke civakî ya giştî pêk bê û ji bo lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê, birêxistinkirina komînan di destpêka şoreşê de, xebat kir.
Roleke girîng di komkirina alîkariyan de ji bo xelkên ku di erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê zirar dîtibûn roleke mezın lîst,Ji bo ku alîkariya zirardîtiyên erdhejê bê kirin, hevdîtin bi gelek beşên civakê û êlên herêmê re çêkir.
Di 20`ê Hezîrana 2023’an de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û ajokarê erebeya bû Firat Tûma, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêyanafçeya Til şeîrê a bajarê Tirbespiyê şehîd bûn û Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû .
Hebûna şehîd Yusra guhertineke mezin di jiyana min de da ava kirin
Hevalê jiyanê yê şehîd Yusra Nîdal wiha behasa rêwîtiya xwe ya bi şehîd Yûsra re kir û wiha pêde diyar kir kû beriya em bighêjin hev em û şehîd Yûsra cîran û dostê hev bûn ez û birayê wê di dibistanê de bi her re bûn di sala 2009’an de em gihiştin hev hebûna şehîd Yûsra guhertinek mezin di jiyana min de jî çêkir ji ber ku jinek pir jîr û jêhatî bû cihê û rola wê di malde pir bi bandor bû cihê xwe dadigirt ez bi kesayeta wê ya jêhatî bandor dibûn ev jî dihişt ku em ji hevjî wêdetir beriya hertiştî em rêhevalbûn lewma di navbera me de herdem nirxeke mezin hebû ,hevdûfêmkirin ,rêzgirtin, ti pirsgirêkên mezin yanî tu tiştek nedibû sedema ev nirx ji navbera me rabe,me salên dirêj bi aramî ûhezkirin derbas kir.herçendî zarokê me çênedibûn jî di salên despêkê de me hinek zehmetî kişand ,lê ev tucar nebû sedema ku ji hevdu veqetin yanjî hezkirina me ji hevdure kêm bibe,ya rastî ez herî zêde di vê mijarê de ne bixwe difikirî bala min her li ser wê bû min pir ji nêz vee w hîs dikir .
Nîdal diyar kir ku di mijarên kar de ew pir pê re dibû alîkar û wiha got qet min nedigot bila jinek di malê de bimîne , hertim karê xwe yê mamostetiyê dikir li ku derê ba min di karê wê de hertim moral didayê , di sala 2000’î de heyanî şoreşa rojava ew di komên çand û hunerê de li şahî û newrozan de pêşkêşvanbû û ew karjî gelek bi hêz û serkeftî dikir. piştî şoreşa rojavayê kurdistanê yekser tevlî karê perwerdê bû ji ber gelek ji karê mamostetiyê hezdikir ,cihê rêveberiya dibistanên Amûdê wê avakir û 5 salan di rêveberiya wê de cih girt piştî wê rêveberiya dibistana kir di 2022’a de bû hevseroka kantona Qamişlo tevî giranbûna vê erkê lê belê ew xwediya wê israra mezibû ku ji civaka xwere bibe pêşeng.
Li helebê serokatî hatibû gel xwendekarên zanîngeha Helebê ew jî yek ji wan bû bi dîtina serok gelekî kêfxweş bû du rojan li gel wî mabû ev ji box we cihê serbilindiyê didît di nava karê xwe de herdem bi bûna bersiv ji keda rêbertî re tevdigeriya .
bandora wê li civak û kesên derora wê hebû ,dijmin ji mirovên zane wekî Yusra ,Rîhan û rêhevalên ditirsin, ji zanebûn û bandora wan di nava civakê de bû armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker.
Azadî Peyveke Xeyalî Li Rojhilata Navîn Dihate Dîtin Taybet Li Kurdistanê
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif yek ji hevrêyên herdu hevalan Rîhan û Yusra’ di Sêyemîn salvegera şehadeta heval Rîhan û Yusra wiha nirxand, em li hemû jinên azadîxwaz ên ku di govenda azadî de pêşengtî kir û canê xwe feda kirin em bi bîrtînin.
Em çiqasî jî bêjin hevalên ku ji bo maf û hebûna gelê xwe, gelekî ku herdem bi komkujiyên mezin re rû bi rû maye û hertim bi sedêsalan têkoşînekî mezin dane meşandin , lê belê bi pêşengtiya jinên wek heval Rîhan û Yûsra ku hebûna xwe jibîrnekirin radestî van êrîş,astengiyên ku doza gelê Kurd binpêbikin û tune bikin nebûn û gav paşde ne avêtin û têkoşîna xwe berdewam kirin.
Perwîn diyar kir ku em îro ne di bîranîna hevalên ku ne tenê di doza Kurd de têkoşîn kirine lê belê him di doza gelê Kurd de û him jî dema ku tu çavê xwe di jiyanê de vedike jinekî û pîvanên civakî,malbatî, dîrokî û yên ku li ser te tên ferzkirin hîn tu nehatî vê jiyanê û jinekî bi vî rengî di civakekî bi vî rengî de û bi taybet egre tu Kurd jî be ,him di aliyê netew de tu tunetkiriye û nehatî naskirin him di aliyê ziman de qedexeye jiyanekî ku di nav hemî pîvanên te qedexekirin, ji bo wê jî em dibêjin azadî wek peyvekî xeyalî hate dîtin di rojhilta navî de û bi taybet li ser axa Kurdistanê .
Herwiha got ku dema ku wek nasnameya jin bi azadî tevger bike tu wek hemwelatiyekî di welatê xwe de azad jiyan bike li ser te pîvan û biryarin hê tu nehatî jiyanê heye, ji bo wê jî dema ku tu dîroka Kurdstanê dixwîne û nasdike bi pêşengtiya ciwanên û jinên bi vî rengî me karîbû heta îro xwe li ser lingên xwe bigrin ku gav paşde neavêtin radestî siyasetên inkar , tunebûn û qetilaman nebûn û gotin em hene ji bo hebûna xwe têkoşîn kirin.
Îro dema di sedsala 21’an de jiyan dikin gelek netew hatine tunekirin, gelek netew li ser erdinîgariyê êdî nema tên naskirin li belê netewa gelê Kurd xwe daye jiyan kirin heta roja îro bi saya têkoşîna ciwanên Kurd ku ev qeyd û bend hemû dane şikandin û berê xwe dane ji bo doza xwe di ttêkoşîne de ked û bedelên mezin daneanî
Perwîn wiha pêde çû ‘ku heval Rîhan jinekî ku di cihehî weke bajarê Amûdê di nava çandekî Kurdistanê ku jin bi awayekî kur nasnedkirin di salên 80’î de ku jin çavê xwe vedikir qedera te zewace û di civakekî ku xizmeta wê bike û di malê de di nav çar dîwara de bijî ev hemû pîvanên ku dihatin ferz kirin dedijya.
Lê belê heval Rîhan xwendina xwe kir û guh neda van pîvanan ji berku jinek serhildêrbû, dixwst pêşengtiya gelê xwe bike çawa erkê mêre ku parastina gel û civakan heye em wek jin jî dikarin xwediyê wê hêzêbin ku civaka xwe biparêzin , ev
Heval Rîhan di wan şert û mercên di salên 80’î de ew biryar tevlêbûnê da û ew ji bo jinên derdorê û herêmê bû hêzekî mezin,da nîşandan ku jin jî dikare ji malê qut bibe ,parastinê bike û çekê hilgire bi van şert û mercan heval Rîhan biryara xwe da û ji bo tevgera azadiyê hêzekî mezin da çêkirin, ji bo jinên civakê û ciwanên pêşerojê hêzekî mezin da çêkirin karîbû bijareyekê din deyne pêşiya jinan ne tenê ya ku civak wek qederekê li ser me dide çêkirin lê belê ew qedera ez qebûl nakim ez hemêz nakim ez dikarim qedera xwe careke dî binvîsim ez bi keda xwe .
Perwîn wiha behsa qehremantiya Şehîd Rîhan kir û got ,bi biryara fedekarî tevlî şoreşê bû bi salên zor û zehmet ku hîn tevgera azadiyê di pêvajoya xwe damezrandinê de bû ew dem artêşa jin nehatibû avakirin,sistema xweser nehatibû çêkirin bi lê jinên wek heval Rîhan bi berdêlên mezin dan çêkirinû lewra berê xwe da herçar parçê Kurdistanêbû û ked da bi taybet kedekî wê ya mezin li başûrê Kurdistan ê hebû di dema ku rêjîma Sedam desthilat bû ku nedihişt ji bo Kurdayîtiyê gav werin avêtin hevala Rîhan di nav civaka Kurdên başûr de xebat dikir .Tevî ku rojane biryarên girtin û qetilkirinê li ser gelê Kurd hebû ku dema serê xwe rake û ji bo hebûna xwe têbikoşe ne hesan bû biryarên heval Rîhan ku didane pêş xwe bi van şert û mercan re tevlî şoreşê bû .
Hevalên weke heval Rîhan hiştin ku şoreşa rojavayê kurdistanê deng vede
Heval Rîhan wek bi dehan hevalên ku ji tevgera azadiyê berê xwe dan şoreşa rojava û piştgirî dane şoreşê û bûne pêşeng jê re êdî wê bi pêşengtiya jinê were meşandin, ferq û cudahiya şoreşa rojava ji şoreşên din ên Sûriyê ku bi pêşengtiya jinê û têkoşîna wê destpêkir.
Herwiha tekez kir ku şoreşa me ne tenê çarçoveya şoreşa azadiya ku weke gelekî li ser axa xwe pêwîste azad jiyan bike , li kêlekê wê ku em dibêjin azadî perçe nabe di heman demê de ji bo naskirina zimanê kurdî di nav zikê şoreşê de şoreşa ziman welidî.
Perwîn bal kişand li ser yek ji lingên gerî bingehîn yê azadiyê û azad jiyan kirinê ku ewe em bi zimanê xwe li ser axa xwe biaxifin û bijîn û wiha gor,Di dema rêjîma Bais de hertişt qedexe bû anha pêwîste em mamosteyên xwe ava bikin , metiryalê me di destê me de hebin ,em xwe bi civaka xwe hîn ji berê bêhtir bidin naskirin û qebûlkirin lewra heval Rîhan li kêlek mamosteyên wek heval Yûsra bi hev re karîbûn ku şoreşa ziman jî bidin avakirin û bi pêşengiya mamosteyên weke wan ev şoreş bi serket.
Heval Yûsra xwendina rêjîma Bais bidawî kiribû û mamostetî dikir , lê dema ku şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavaê kurdistanê destpêkir ji ber ku ew jî zemîna tevgera azadiyê naskiribû malbatekî welatparêz bû ji ciwantiya xwe ku hîn kadroyên tevgerê yên wekî heval Rîhan derbasî mala wê bibûn û tevgera azadî û netewa Kurd pê dabûn naskirin ,lewra em li vir dikarin bêjin ku hevrê Yusra yek ji mamoste ku bûn sembola pêşengiyê di şoreşa zimanê dayikê de .
Du jinên ku em di bîranîna wan de ne îro ne du jinên ji rêzê bûn jinên ku bi rastî em dikarin jê re bêjin pêşeng bûn û di zehmetîyan de astengî nasnekirin û tevlî şoreşê bûn .
Dijminê me ji bo tesfiyekirinê û tunekirinê ne tenê li şervana digeriya lê belê di nav civakê de kî pêşenge ew hedefdigirt,ji her Devera cîhanê gelek çete derbasî rojavayê Kurdistanê bûn û li hemberî vî gelî hemû rêbazên şeran dane meşandin ji dagirkirina herêmên me bigre ta û bi her rengê çekan herêmên me bombebaran kirin da ku gelê me ,civaka me teslîm bigre,lê belê şoreş qet ranewestiya her di nava herikînê de ma édî bi riya balefirên bê mirov çi pêşeng û siyasetmedarek hebû ku civakê brewer û zane dike dikirin hedefa êrîşên xwe.
Perwîn da zanîn ku di Salên 2021,2022 û 2023 salin gelekî giran bû li ser rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi gelek êrîşan û şerê mezin re rû bi rû ma, lê cicak teslîm nebû her ma li ser piyê xwe û têkoşîna xwe berdewam kir , ji bo ku dijmin wê têkoşîn û berxwedaniyê rawestîne biqedîne,êdî jinên pêşeng û têkoşerê vê şoreşê wekî zeyneb saroxan,hevrîn xelef kirin hedefa xwe .
Lewra ev ne tiştek nûye ku sîstema desthilatdar zayendperest jinan hedef digre her û her ev êrîş heya niha jî berdewam e,ku ji wan jî jinên pêşeng û herdem dibûn çavkaniya hêzê ji bo gelê xwe hevrê Rîhan û Yusra ku ew jî di 20ê hezîrana 2023an de bû hedefa êrîşan.
Perwîn bilêv kir ku armanca dijminên me bi hedefgirtina jinên azadîxwaz û pêşeng ewe ku di têkoşînê de gav paşde bavêjin lê emê bi sekna ku bi felsefeya azadiyê pêçayî herdem van vala derdixin .
Ji bo berdewamkirina têkoşînê soza me ewe ku şopandina rêya Rîhan û Yusreyan e
Perwîn di dawiyê de da zanîn ku ji bo aramî , û ewlehî li herêmê bê pêkanîn yekîtiya jinan ji hemî pêkhate netew pêwîste ji berk u incex bi yekîtî û hevgirtina jinan pêkan bibe,ji berku van rêhevalan Rîhan û Yusra jî civak wiha li ser vê ferasetê bi rêxistin dikirin ku jinek li kur dibe bila bibe ger bi zordarî ,kuştin û tune bihata hesibandin xwe dighandê û xwe dikir şuna wê û tu cudahî nediixitin nava pêkhateyan ji bo destê her jinekê girtin her di nava têkoşînê de bûn ,lewra wan herdem pêwîstiya jiyana li ser bingeha demokrasiyê wekheviyê didîtin,ji ber wêjî herdem jinên wiha bûn hedefa êrîşan,herwiha em jî wek rêhevalên wan ji bo berdewam kirina têkoşînê soza me ewe ku emê şopdarê rêya wan bin heya serkeftinê.
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar:
Cihê ku şehîd Yûsra lêbû herkes wek xelekekê li dora wê kom dibû
Yek ji rêhevalê şehîd Yûsra wiha behsa bandora wê Li civak û rêhevalê wê herwiha xwendekarê wê dike
Semîra Hac Elî yek ji hevalên Şehîd Yusra a mamostetiya dibistanê ,wiha qala giringiya hebûna şehîd Yûsra di nava civakê de dike û got di sêyemîn salvegera şehadeta rêheval Yûsra û Rîhan de em wan û hemû şehîdên tevgera azadiyê û şoreşa rojavayê Kurdistanê bibîrtînin û bi minetdarî bejna xwe li beramberî wan ditewînin herwiha soza domandina têkoşîn û berxwedanê bi wan re didin.
Semîra bilêv kir ku dema mirov behsa van rêhevalan bike aloyekî pir xweşbînî heye , aliyekî din di dema şehadeta wan de pir êşe.
Xweşbîniya wan bi rêheval Yûsra ewbû ku jinekî di nava vê tevgerê de bi fikir û felsefeya vê tevgerê hatibû stran û jiyana xwe wiha bi displîn dikir, ruhekî zindî û ji xurtkirina kar bêwestanbû , herdem li ser bingeha zanistkirin , xwedîderketina li nirxê rêxistinê û perwerde kirin hemî armancên ku jiyanekî azad,demokrasî ,wekhev bi edalet li gorî cewher û xwezaya jinê her dixwest ava bike .
Jinekî ku di jiyana xwe de li wê malbata xwe pir baldar bû û kesayetek bi rêkûbêk bû , jinekî her derdor jê xweş bû û hezdikirin ,dema di male de jî dixebitî weke jinek bi hêj erkên xwe û berpirsiyartiya xwe ve radibû ,dema ku ji bo kar û xebatê dadiket nav civakê jî jineke pir bi hêz bû .
Di destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê de xebatê wê di nava avakirina komîn,meclis cih digirt ji berk u ew aliyê wê yên bi civakê re bûna yek ew ruhê wê yê civakbûyîn li pêş bû ,herçendî bi zehmetiyan re rû bi rû bihata tucaran coş û hezkirina wê ji microvan re kêm nedibû,ji berku li kur zehmetî bidîta him bi serde diçû rene dikir û ji aliyê dinve jî hêz dida daku ew zehmetî pirsgirêk bê buhurandin .
Herwiha da zanîn ku Yûsra rolekî pir mezin lîst di avakirina civakê de di xebata mecils,komîn,bû xwedî kedeke pir mezin erdana malbatan çawa bikaribe rolekî xweyî giring di nava vê civakê de bilîza û vê tevgerê bide ,ji berk u ew berêjî di vî aliyî de kesayetek bi hêzbû mînak hîn beriya şoreş li rojavayê Kurdistan despê bike heval Yusra mamostebû di dema recîma Baasê de ew dem tukes zêde bi zimanên biyanî nizanî bû şehîd Yusra şagirtên dibistanan fêrî zimanê Firansî dikir û şagirt gelek jê hez dikirin û lê kom dibûn ,rastiya hêza wê di perwerdeyê de pêhtir derket pêş .
Semîra bibîr xist ku yekemîn şandeya mamosteyan ji rojavayê kurdistanê derketin dervî welêt di wê şandeyê de em herdû jî têde bû û şandeya me ber bi Holandayê ve çû li wir jî hertiştê wê balkêş bû , em bi kîjar komele , dibistan û şandeyê bihatana ba hev her pirsê wê balkêş bûn , li beranber kesayeta Şehîd Yusra herdem me hîs dikir û taybetmendiyên ku ew di xwede dihewîne li ba me peyda nabin bi taybet ruhekî wê ku derdor li dor xwe dihewand hebû.rû li ken,mirov hez bû .
Semîra bi dilxemgînî hizrên xwe di salvegera sêyemîn şehadeta hevrê Yusra û Rîhan de bi lêv kir û got jinên wekî van kesayetên bi hêz heyf û mixabine ji şoreşa mere windahiyên pir mezinin ,em dikarin bêjin ku di vê cîhanê de û bi taybetî jinên di nava tevgera azadiyê de û bi taybetî jinên pêşeng herdem dibin hedefa êrîşên hişmendiya desthilatdaran û netew perest û zayendperestan.
Semîra di berdewamiya nirxandinên xwede bal kişand li ser rola jinan di tevgra azadiyê de û wiha da zanîn, ku Jinên di nava tevgera azadiyê hiştin ku jin xwe nas bike dîrok û çanda xwe nas bike ,ferq bike ez çawa jinekî normalim û çawa dikarim bibin jinekî bi bandor jinekî zana û bandorê li civaka xwe bikim , çawa bi hemû hurguliyên jiyanê û xebatê di jiyanê rol bilîzim ev ji ji bo pirsa mirov çawa bijî bersivdayîna ji van pirsan re xwedî giringiyeke jiyanî di hundurê xwe de dihewîne .
Dema dibêjin jin jiyane ne ji valahiyekê hatiye jin dikare wê jiyanê xweş bike dikare têk jî bibe ,ji bo vê yekî bandoroya jinên tevgera azadiyê wek heval Rîhan û hevalên wê hem jî heval Yûsra û tevgera wê di nava qadên jiyanê de ,herwiha xebatên rêveberiya xweser de pir giring bû ne ji rêzê ne ,lewra dibin hedefa êrîşên dijminan ji berk u ne jinên ji rêzêne ji xwe herdem jin bi her cure êrîşan re rû bi rûye lê bi taybetî jinên pêşeng yên ku dihêlin civak li hember recîm û dewlet û hemî awayên hişmendiya bê mafî dûrî edalet û wekheviyê dikin hedef û komkujiyan pêktînin.em dive vê heqîqetê bibînin ger ku îro em li ser piyan e û li berxwe didin têdikoşin û li ser axa xwe xwedî li zimanê xwe derdikevin dixwînin ev tê wateya berhema keda wan rêhevalên şehîd .
Semîra tekez kir ku ji bo heval Yûsra û tevahî giyanê şehîdan yê pîroz em têkoşîna xwe hîn xurtir bikin ku em zimanê kurdî fermî bikin û perwerdeya zimanê kurdî dewam bikin ,ew dem emê xewin û xeyalê heval Yûsra bi cih bibin ku civaka kurd bi tevahî kudî bixwîne li rojavayê Kurdistanê hemû sazî û dezgehê wê bibin di astên herî bilind ,em ji bo hevalê xwe soz didin ku emê şopdarê riya wan bin û têkoşîna wan dabû heya serkeftinê emê dewam bikin.



