Rêber Apo:Li Rojhilat hinek hezan dixwast Kurdan bikarbînin. Lê divê Kurd hertim bi hesasiyet tevbigerin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan tekildarî hevdîtina dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman: “Serokatî dibêje “Li Rojhilat hinek hezan dixwast Kurdan bikarbînin. Lê divê Kurd hertim bi hesasiyet tevbigerin. Helbet ji bo Başur jî derbasdar e. Ya ku niha şûn vê dikevê ser milê Kurdan siyaseteke aqilaneye. Kurdan heta niha bi awayekî xwe parast lê niha şûn vê dikarin ji aliyê siyasî û demokratik vê jî xwe biparêzin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê ya bakurê Kurdistanê û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Omer Ocalan ku herî dawî bi wesileya Cejna Qurbanê bi Rêber Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kiriye tekildarî hevdîtinê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
RÊBER ABDULLAH OCALAN: EZ Jİ SEDÎ 90 Jİ PÊVAJOYÊ BAWER DİKİM
Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek nirxandin kirinê û wiha axivî: “Serokatî ji bo vê pêvajoyê bi biryar e. Serokatî di hevdîtinê de ji me re got; ‘Ez sedî 90 vê pêvajoyê bawer dikim û ji bo ew pêvajo bi serbikevê ez bi biryar im.’ Serokatî got, ‘Ew îhtîmala sedî 10 jî ji bo me hemûyan dê girantir derbas bibe. Ji bo gelê Kurd jî ji bo gelê Tirk jî dê girantir bibe. Em li vir ji bo pêvajoyê dixebitin. Ew der ne cihekî hesan û zindaneke klasîk e. Em li vir hevdîtinan dikin. Em li vir xebatên muzakereyê dimeşînin. Zêde dema me tune ye. Xebatên me berdewam dikin.’ Me hevalên li cem Serokatî dimînin jî dîtin û bi wan re jî li ser pêyan axivîn. Malbatên wan jî hatibûn û wan jî li ser pêyan bi Serokatî re sohbet kirin. Serokatî ji wan re jî got, ‘Divê hemû kes li gor pêvajoyê xwe amade bike. Her kes xwe nû bike û piştgiriya pêvajoyê bike.’ Serokatî bi morel e. Çapemeniya Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînê. Dema heyet diçe Îmraliyê jî rojnameyên Çapemeniya Azad jê re dibin û geşedanan bi vî awayî dişopînê. Bi moral û coş e.”
‘SEROKATÎ STATUYA KURDAN STATUYA XWE WEKE HEV DİBÎNÊ’
Di berdewama axaftina xwe de Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinan de jî bal kişandibû ser statuya xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokatî statuya xwe û weke statuya Kurdan dibîne. Statuya Kurdan jî weke statuya xwe dibînê. Hemû gelê me, rêxistinên me helbet dixwazin Serokatî di şert û mercên azad de vê pêvajoyê bimeşîne. Lê mixabin ji aliyê dewletê ve pêvajo giran tê meşandin. Lê Serokatî bi biryar e. Ji bo wê divê em jî bi bawer bin. Serokatî dixwaze reşkirina Kurdan, terorîze kirina Kurdan li hemû cîhanê ji holê rake. Tirkiye jî dîplomasiya xwe li ser terorîzekirina Kurdan meşandiye. Serokatî dixwazê qedexekirina Kurdan ji holê rake. Kurd derveyî hiqûqê hatinê hiştin. Serok Apo bi pêşengiya Tevgera Azadî Kurdan ji vê rejîmê bide qebûl kirin. Bi gotinên mezin û siyasta populîst tiştek bi sernakeve. Serokatî dibêje di şerê çekdarî de di salên 90’î vir de dubarekirin heye. Serokatî dixwazê Kurdan ji vê dubarêkirinê derxîne.”
‘DİVÊ SEROKATÎ Dİ ŞERT Û MERCÊN AZAD DE PÊVAJOYÊ Bİ RÊ VE BİBE’
Omer Ocalan destnîşan kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe û wiha got: “Divê dewlet jî ji vî alî ve cîdî nêz bibe. Heke hûn pêvajoyeke aştiyê pêş bixin divê muzakerevanê vê pêvajoyê ku îradeya Kurdan e û wê Rêber Ocalan weke muxatab dîtiye divê şert û merc biguherin. Ji bo wê jî divê statuya Rêbertî bê pênase kirin. MHPê jî bi dengekî bilind qala statuya Serokatî kir. Ji aliyê çerove qanûna vê jî qanûnên bên derxistin dibe ku sedî sed Kurdan kêfxweş neke. Serokatî dixwazê hinek qanûn bên derxistin û ji aliyê fermî ve gaveke bide avetin. Deriyên siyasetê ji bo endamên Rêxistinê vebe, siyasetmedar û welatiyên me yên neçarî koçberiyê bûnê û hevalên hatinê girtin werin berdan e. Di van 3 mijaran de divê gav bên avetin. Ji aliyê din vê jî têkoşîn dê berdewam bike. Divê ji aliyê siyasî û civakî ve têkoşîna me xurttir bibe. Sed sal in dewletê li dijî aborî, ziman û statuya Kurdan polîtikayên tunehesibandinê meşandiyê. Lê encam negirtine. Bi vê pêvajoyê qedexeya li ser Kurdan rabe û Kurd dê ji aliyê siyasî û hemû beşên civakî de dê têkoşîna xwe bimeşîne. Têkoşîn raneweste. Daxwaza nasnameya Kurdan xilas nabe. Lê çek dê bên bêdeng kirin û ji aliyê siyasî û civakî vê têkoşîn dê bê domandin.”
‘ÇERÇOVE QANÛN ROJ BERÎ ROJÊ DİVÊ BE ROJEVÊ’
Omer Ocalan derbarê çerçovê qanûn ku yek jî rojeva serekê ya pêvajoyeyê de jî ev tişt anîn ziman: “Serok Apo li wir muzakereyê dimeşîne. Gelek heyetên dewletê jî li Girava Îmraliyê hevdîtinan bi Serokatî re pêş dixin. Serokatî tiştên rasteqîn dibêje. Serokatî dibêje di serî de divê gavên ewil bên avetin. Yanî ew çerçove qanûn roj beriya rojê divê bê rojevê. Lê helbet Serok Apo ji aliyê derengxistina pêvajoya qanûnî de acizbûna xwe tînê ziman. Lê ji vê pêvajoyê veger tune ye. Serokatî bi bawer e. Serhildanên Kurdan ne tenê di dema Komarê de ji sala 1880an de bi Babanzade destpêdike û heta niha berdewam dike. Serokatî ji aliyê dîrokî vê tekiliya Tirk û Kurdan analiz dike. Ji ber wê Serokatî zahmetiyên vê pêvajoyê jî dizanê. Ji bo wê jî dema xitimandin çêdibe Serok Apo mudaxale dike û derî vedike. Lê hinek tişt li gor dilê wî jî nabe. Lê muzakere jî bi wî awayî dibe. Dewlet jî hinek tiştan qebûl nake û em jî qebûl nakin. Divê di xalên hevpar de em bigehejin hev.”
‘REXNEYA EM Lİ HEV BİKİN DİVÊ HEZA KURDAN BELAV NEKE’
Omer Ocalan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku gel jî tevlî xebatan bibin û wiha pê de çû: “Divê ji aliyê qanûnî vê hinek pêşketin çêbibe. Lê divê em ji bîr nêkin. Destpêkirina pêvajoyê vir ve li Kurdistanê rewş aram e. Li Tirkiyeyê rewş aram e. Divê hemû Kurd di nava siyaset û xebatan de cih bigirin. Gelê me di vî alî de berpirsyar e. Ji berê di nav Kurdan de gotinek hebû; Di aştiyê de jî di şer de jÎ bi te re ne. Divê ew sekin were pêşxistin. Serokatî dibêje me çek da aliyekî û em ê aştiyê pêşbixînin. Divê gelê me di vê pêvajoya dîrokî de li dijî provakasyonan baldar be. Ji bo aştiyê jî xebat û têkoşîn pêwîst e. Helbet Serokatî muzakereyê dike. Lê ya ku bingeha aştiyê ava dike gel e. Ji bo wê jî divê em di 28’ê mehê de tevlî mîtîngên bên li darxistin bibin û xwedî derketina xwe nişan bidin. Serokatî dibêje, ‘Rexneya em li hev bikin divê heza Kurdan belav nek.’ Rexne divê yekitiya Kurdan mezintir bike. Yanî rexne divê heza me mezintir bike. Ji bo wê divê gelê me bi hesasiyet tevbigere. Em jî li gor perpesktîfa Rêber Apo daniyê pêş me tevbigerin. Ew dîrokên em di nav re derbas dibin girîng e. Kurd dê li her çar aliyan û dîasporayê doza mafên xwe bimeşînin. Kurdek li ku hebe dê bi gelê xwe re xwe rêxistin bike û bi wî awayî em ê bi serbikevin.”
‘DEM DEMA PRATÎKE Û AVAKİRİNÊ YE’
Omer Ocalan ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinan de li ser xebatên siyaseta demokratîk jî rawestiyaye û ev agahî parve kir: “Di gelek xalan de rexneyên Serokatî hene. Avakirina komîn û saziyan divê teqez bê pêşxistin. Dem dema pratîke û ava kirinê ye. Siyaseta Kurdan divê di gotinan de xwe dubarê neke. Ne gotin, ava kirin û rêxistin kirin hewceye. Ne tenê rêxistina siyasî. Serokatî dibêje ji aliyê abori, perwerdehiyê, çand û huner, dîplomasî û tenduristiyê ve Kurd xwe bi rêxistin bikin. Helbet yên pêşengiya vê bikin sazî ne. Gelek saziyên xweser ji Kurdistan û Tİrkiyeyê hene. Saziyên esnaf, ziraat, tenduristiyê û çandiniyê hene. Serokatî dibêje divê Kurd di van saziyan de rêxistin bibin. Xebatek heye lê têrê nake. Ji bo wê divê niha şûn vê ji aliyê pratîkî ve gav bên avetin.”
NİRXANDİNÊN ABDULLAH OCALAN ÊN Lİ SER ROJHİLATA NAVÎN
Di dawiya axaftina xwe de jî Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinan de bal kişandiyê ser geşedanên li Rojhilata Navîn jî û wiha qala nirxandinan kir: “Serokatî di gelek hevdîtinan de li ser Rojava, Rojhilat û Başur jî nirxandin kirin. Serokatî li ser Entegrasyona Demokratîk a ji bo Rojava û tiştên li pêşya Başur û mijara Rojhilat nirxand. Li Rojhilat hinek hezan dixwast Kurdan bikarbînin. Lê divê Kurd hertim bi hesasiyet tevbigerin. Helbet ji bo Başur jî derbasdar e. Ya ku niha şûn vê dikevê ser milê Kurdan siyaseteke aqilaneye. Kurdan heta niha bi awayekî xwe parast lê niha şûn vê dikarin ji aliyê siyasî û demokratik vê jî xwe biparêzin. Rêyedarên Amerîka û Îsraîlê li ser Kurdan gelek tişt gotin. Tewanbar jî kirin. Lê divê em rejîma Îranê û Tirkiyeyê baş nasbikin. Dema li aliyekî tiştek çêdibe dewletên din hemû digehejin hev û naxwazin destkeftiyên Kurdan çêbibin. Divê em vê mijarê hem aliyê siyasî û hem jî civakî vê baş binirxînin û em bi heza nerm xwe ava bikin. Serokatî niha giriniyê dide heza nerm. Heke em heza nerm baş bikarbînin statuya Kurdan dê li Kurdistan û Rojhilata Navîn mîsoger bibe. Aliyekî em ê yekitiya Kurdan pêşbixînin û ji aliyê din vê dostan ava bikin.”



